HUDA PAR li dijî îşxalkerên siyonîst banga yekîtîya hêzê li welatên Îslamê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz bang li welatên herêmê kir da ku hêzên xwe li dijî îşxalkerên siyonîst bikin yek.

Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya ku belav kir de bang li welatên herêmê kir û daxwaz kir ku welatên li herêmê li dijî îşxalkerên siyonîst hêzên xwe bikin yek û pêwîst e ev welat destek û piştgirîyê bidin wan komên ku li dijî terorîstên siyonîst micadele dikin.

 “Êdî zarûret e ku welatên Îslamî werin ba hev û bibin yek”

Yavuz di berdewama daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir welatên li herêmê divê problemên xwe di nav xwe de hal bikin, xwedî li Qudsê derkevin û divê li ba birayên xwe yên Filistînî cî bigirin. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Divê li dijî siyonîstan vebijêrka leşkerî û tedbîrên pêwîst bên bikaranîn. Bo vê yekê êdî zarûretek çêbûye ku di serî de Tirkîye û Îran û çend welatên Îslamê yên ku ji siyonîzmê re teslîm nebûne, bêyî ku dor bê wan ji bo vebijêrkên leşkerî û tedbîrên pêwîst bên cem hevdû.”

Yavuz di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PAR bawer dikin ewlehîya Qudsê ewlehîya welêt e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e welatên Îslamê, destek û piştgirîyê bidin wan komên ku li dijî terorîstên siyonîst micadele dikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû