HUDA PAR malbata Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hat desteserkirin ziyaret kir

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û lijneya pê re pêkve malbata Ebru Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hatiye desteserkirin ziyaret kirin.

Erdal Elîbuyukê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneyeke ku  ji Şaxa Jinan a Bajêra Stenbolê ya HUDA PARê pêk dihat pêkve çûn ziyareta malbata Ebru Ozkana ku 11ê Hezîranê li balafirgeha Ben Gurîona Telavîvê ji teref siyonîstên îşxalker ve hatibû desteserkirin.

Elîbuyukê ku derbarê mijarê de ji teref malbata ve hat agahdarkirin destnîşan kir ew ê bibin şopînerên mijarê û înşallah dema ku hat berdan ew ê cardin werin ziyareta wan.

Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hatibû desteserkirin hêj ji teref siyonîstan ve tê girtin û ew ê roja yekşemê bê derxistin mehkemya siyonîstên îşxalker.

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir