HUDA PAR: Pergala mulakatê divê bi şikleke cîddî di ber çavan re bê derbaskirin

HUDA PAR di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser neheqîyên ku di pergala mulakatê de tên kirin û destnîşan kir pergala mulakatê divê bi şikleke cîddî di ber çavan re bê derbaskirin da ku neheqî neyên kirin.

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê mijarê girîng ên di rojevê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser mexdûrîyetên ku di dema mulakatê de tên kirin û hat destnîşankirin pergala mulakatê divê bi şikleke cîddî di ber çavan re bê derbaskirin.

Di berdewama daxuyanîyê de qala rewşa wan kesên ku di mulakatan de bi zanebûn puanê hindik ji wan re tê dayîn û tên mexdûrkirin hat kirin û derbarê mijarê de wiha hat gotin: “ Ew neheqî û mexdûrîyetên ku di lêpirsîna ewlehîyê de dihatin kirin ne bes bû vêcar jî di dema mulakatan de  neheqî tên kirin û puanên hindik tên dayîn û însan tên mexdûrkirin. Ew mulakatên ku ji standina kar tên kirin  êdî bûye sepana neheqî û zilm. Lewra digel ku puanê KPSSê ya kesê ku dikeve mulakatê zêde be jî ji wan re di mulakatê de puanên hindik tê dayîn û bi vî awayî dibin sedem ku  kes bi ser nekevin. Hinek xwendekar digel hemam hema bersiva pirsan tevan rast gotibe jî an berîya mulakatê bi lêpirsîna ewlehîyê nayê girtin an jî di dema mulakatê de puanê hindik ji wan re tê dayîn û nayên girtin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin pergala mulakatê dibe sedema terefdarî, partîzanî û li gor kêfa dilê xwe girtinan wezîfedaran ku ev yek jî tê wateya pergala mulakatê hiqûqê bin pê dike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Divê pergala mulakatê bi şikleke cîddî di ber çavan re bê derbaskirin û ji kontrolê re vekirî be.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê