Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê doh êvarî li Rehber TVyê beşdarî bernameya bi navê “Hilbijartin-2018” bû û di bernamê de derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir.
“HUDA PAR pêşnîyaza aştîyê û tifaqê ji tu partîyekê re neşandîye”
Yavuz di bernamê de pirsa ku derbarê îddîayên hevdîtinên tifaqê yên bi HDPê re de wisa bersivand: “ Li ser hevdîtineke ku bo wê teklîfa tifaqê tuneye ne wateya tifaqê û ne jî tiştekî din bê derxistin. Divê ev yek bê sererastkirin; bo tifaqê hevdîtin kirin tiştekî cüda ye, tifaq kirin tiştekî cüda ye. Ez li ser navê HUDA PARê bi dileke rihet dikarim bibêjim heta niha HUDA PAR pêşnîyaza aştîyê û tifaqê ji tu partîyê re neşandîye û tiştekî wisa di rojeva me de jî tuneye.”(ÎLKHA)