HUDA PAR: Pêwîst e ew Qanûna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284 bê betalkirin

HUDA PARê ku derbarê Qanûna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284an de daxuyanî da destnîşan kir ji ber ku ev qanûn zirarê dide malbatê divê bê betalkirin.

Ji teref HUDA PARê ve derbarê Qanûna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284an a ku sazîya malbatê pê hatiye hilweşandin de daxuyanî da. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ew Qanîna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284an a ku di sala 2012an de ji teref AK Partîyê ve hat anîn û gefê li yekîtîya malbatê dixwe  pêwîst e bê betalkirin û ew Qanûna Medenî ji ber çavan bê derbaskirin û qanûn li ser parastina hebûna malbatê bê avakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji roja ku ew Qanûna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284an ketiye rewacê vir ve di malbatan de gelek zêde texrîbat pêk anîn ku ev qanûn ji dêla ku sazîya malbatê bê parastin malbatê hildiweşîne û ji holê radike ku divê ew malbata ku navika civakê û temînata parastina neslê ye bi qanûnan bê parastin, di warê malbatê de berê civakê dane Xerbê ku bi vê yekê sazîya malbatê tê hilweşandin û bêparstin dimîne.

Di berdewama daxuaynîtê de hat diyarkirin ew Îttîhat û Terakkîvanên ku xizmetkar û xulamê Xerbê ne û di Tirkîyê de hatine bicîkirin li ser navê Xerbîbûnê de sazîya malbatê hedef digirin û projeyên xerakirina malbatê xêz dikin ku bi wan qanûnên ku ji Xerbê tên girtin roj bi roj bingeh û nirxên civakî zeîf dibin û pê civak tên asîmîlekirin û ji eslê xwe dûrxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser rêjeya telaqê ya li Tirkîyê ya ku ji ber  qanûna 6284an derketine holê û hat diyarkirin “Ew Qanîna Parastina Malbatê ya bi hejmara 6284an a ku di sala 2012an de ji teref AK Partîyê ve hat anîn û gefê li yekîtîya malbatê dixwe  pêwîst e bê betalkirin û ew Qanûna Medenî ji ber çavan bê derbaskirin û qanûn li ser parastina hebûna malbatê bê avakirin.”

ÎLKHA

Ji bo temamê metna daxuyanîyê bitikenin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê