Di çarçoveya bernameya cejnexêriyê de bi partiyên AK Parti, Deva Partisi, Yeniden Refah Partisi, Saadet Partisi, Milli Yol Partisi, Demokratik Sol Parti (DSP) û Gelecek Partisi re cejn hat pîrozkirin.
Di qebûlkirina şandeyên partiyan de, Cîgirê Serokê Giştî yê Huda Parê İshak Sağlam û endamên Lijneya Îdareya Giştî (GÎK) Hasan Bozdaş û Hamdullah Er cih girtin.
Şandeya ku seredana navendên giştî yên partiyên siyasî kir jî ji Sekreterê Giştî yê Huda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz, Cîgirê Serokê Giştî Yunus Emiroğlu û endamê GÎKê Murat Günaydın pêk dihat.
Di cejnexêriyan de, di serî de êrîş û komkujiyên DYA û siyonîstên dagirker ên li ser xaka Îslamê, li ser pirsgirêk û zehmetiyên di rojeva Tirkiyeyê de nirxandin hatin kirin. Bernameyên cejnexêriyê bi daxwazên xêrê yên her du aliyan bi dawî bûn û her weha ziman û uslûba siyasetê jî hat rojevê.
Cejnexêriya yekem di navbera AK Parti û Huda Parê de pêk hat. Ev hevdîtina ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat lidarxistin, ji çapemeniyê re vekirî bû. Seroka Karên Civaka Sivîl û Têkiliyên Gel a AK Partiyê, Belgin Uygur, wekî mazûban dest bi axaftinê kir û cejna şandeya Huda Parê pîroz kir.
"Înşallah Mesayîda Eqsayê jî dê vegere ser eslê xwe"
Belgin Uygur (AK Parti) di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa xemgîn a cîhana Îslamê û weha got:
"Bêguman em dîsa cejneke bi xem û keder derbas dikin. Mixabin aliyekî me mehzûn e. Qirkirin û zilma ku ev zêdetirî du sal in li Xezeyê berdewam dike, tevî agirbestê (ateşkes) hîn jî didome. Vê carê çarçoveya wê hîn bêtir berfireh kirin; Şerîeya Rojava, Qudsa Rojhilat û Libnan... Mescîda Eqsa ji bo îbadetê hatiye girtin. Ev zilma herî mezin e. Înşallah Mescîda Eqsayê jî dê vegere ser eslê xwe. Hemû duayên me ji bo wê ne, ew ê jî ji zilma wan rizgar bibe. Rabbê min înşallah vê Cejna Remezanê bike wesîleya felata hemû ummetê û hemû birayên me yên mazlûm ên di erdnîgariya dilê me de. Me Remezana ku meha rehmet, mexfiret, yekitî û biratiyê ye li pey xwe hişt. Elhemdulîllah Rabbê min em gihandin cejnê. Înşallah Rabbê min bi hemû miletê me re, di nav aramî û ewlehiyê de, wan cejnên ku kederên birayên me yên li herêmên mazlûm bi dawî bûne û gihîştine fela û rihantiyê nîşanî me bide."
"Ji 28ê Sibatê û vir ve Mescîda Eqsa ji bo îbadetê hatiye girtin"
Sekreterê Giştî yê Huda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz, di bersiva xwe de bal kişand ser bêdengiya welatên Îslamî û weha got:
"Wekî ku we got, bi rastî em cejneke bi xem derbas dikin. Ji 28ê Sibatê û vir ve tu alîkariyên mirovî neketiye Xezeyê. Dibe ku em li vir li ser sifreyên giran fitara xwe vekin, lê wan kîtek nan (parîyek nan) jî neditît. Cejn jî hakeza... Dîsa ji 28ê Sibatê û vir ve Mescîda Eqsa ji bo îbadetê hatiye girtin. Misilman li wir ji îbadetê bêpar hatin hiştin. Mayîna Mescîda Eqsa ya ku qibla me ya yekem e di vê rewşê de, û nekirina tu tiştekî ji bo zêdetirî du mîlyar misilmanan, bi dîtina min ji bo welatên Îslamî şermeke mezin e. Şermeke gelek mezin e. Di vê mijarê de, bi taybetî Tirkiyeya ku bi bêalîbûna xwe û bi hêza xwe ya bibandor a li herêmê derdikeve pêş, divê giranîya xwe deyne ser û pêwîst e deyne jî."
Di berdewamiya axaftina xwe de, Sekreterê Giştî yê Huda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz bal kişand ser rîska şerê herêmî û lîstikên Amerîkayê yên li ser erdnîgariya Îslamê û weha got:
"Meseleyeke din jî ev e: Amerîkayek heye ku ji 10 hezar kîlometre dûr ve tê û êrîşî cîranê me Îranê dike. Îsraîl ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî û xeyalên xwe yên 'Arz-ı Mevud' (Axê Sozdar); Amerîka jî ji bo berjewendiyên xwe yên gerdûnî, petrol û dewlemendiyên bin erdê, bi her awayî hewl didin erdnîgariya Îslamê bixin bin hikmê xwe. Hewl didin ku çavan lê bitirsînin. Niha dor hatiye ser Îranê. Hewldanek heye ku Îranê dagir bikin. Di vê hewildana dagirkeriyê de jî, mixabin ji ber ku me (wekî erdnîgariya Îslamê û welatên herêmê) bertekeke têrker nîşan neda, ew bi awayekî bêperwa berdewam dikin.
Ji bo ku wekî 'hêza bejahî' ji welatên herêmê sûd werbigirin, bi operasyonên 'ala sexte' êrîşî gelek welatên Îslamî, di nav de Tirkiye jî heye, dikin û hewl didin wan bikişînin nav şer. Em dikarin vê bêjin: Îsraîla siyonîst, ji bo aştiya herêmê gef û xetereyeke mezin e. Amerîkaya emperyalîst jî, ji bo aştiya cîhanê gef û xetereyeke mezin e. Divê ev her du xetere teqez werin astengkirin. Ev kar tenê bi Tirkiyeyê yan jî welatên herêmê nabe. Pêwîst e welatên cîhanê jî di vê mijarê de giraniya xwe deynin ser û bertek nîşan bidin. Lê mixabin Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê mijarê de erka xwe bi cih nayîne. Wekî ku birêz Serokkomar jî gotiye: 'Cîhan ji pêncan mezintir e'; lê mixabin nikarin vê yekê nîşan bidin. Cîhan nikare mezinahiya xwe derxîne holê. Belkî jî pêdivî bi pêşengiya hinekan heye."
Sekreterê Giştî yê Huda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz, ji bo parastina aştiya herêmê hişyariyeke stratejîk da welatên cîran û destnîşan kir ku divê axa tu welatî ji bo êrîşên li ser Îranê neyê bikaranîn.
Yılmaz diyar kir ku eger welatên herêmê rê nedin baregeh û axa wan were bikaranîn, Amerîka dê bi ser nekeve û ev yek dê bibe destpêka serdemeke nû:
"Eger ev yek pêk were, yanî baregeh û ax neyên bikaranîn, înşallah ez dibêjim ku Amerîka dê bi bin bikeve. Û serneketina Amerîkayê di vê şerî de, yanî windakirina şer, dê qdera erdnîgariya Îslamê biguhere. Belkî ew 'hîpnoza' ku Amerîkayê ava kiriye û serdestiya wê ya gerdûnî winda bibe. Gelek welat dê bikaribin li ber Amerîkayê rabin, li dijî wê derkevin û hegemonya wê dê bi dawî bibe. Bi daxwaza gihîştina cîhanek û cejnên ku tê de zilma DYA û Îsraîlê bi dawî bûye..."
Belgin Uygur (AK Parti), di bersiva xwe de bal kişand ser rola stratejîk a Tirkiyeyê û baweriya ku zilm dê nebe ebedî. Uygur destnîşan kir ku Tirkiye di nava herêmeke şer de mîna "giraveke îstîkrarê" ye û weha got:
"Tirkiyeyek heye ku di navenda herêmeke şer de ewlehî û îstîkrara xwe diparêze, her ferdekî mîleta me ya 86 mîlyonî û sînorên xwe di nav aramiyê de digire. Di serî de Xeze û Sûrî, ji kêliya yekem a zilme ve, hem ji bo tevgerkirina kanalên dîplomasiyê û hem jî ji bo aktîf girtina van kanalan gavên girîng avêtine. Di platformên navneteweyî de, bi taybetî li cem Neteweyên Yekbûyî, bal kişandiye ser zilm û qirkirina ku Îsraîla siyonîst bi awayekî bêperwa dike û ji bo 'rawestandina' vê yekê helwesteke xurt nîşan daye."
Uygur axaftina xwe bi van gotinên baldar berdewam kir:
"Wekî ku birêz Serokkomarê me jî gotiye, heta cîhaneke ku tê de ne 'hiquqa yê bi hêz', lê 'hiquqa yê bi heq' derbasdar be ava bibe, em ê bêjin 'Cîhan ji pêncan mezintir e'. Tirkiye di hemû qadên navneteweyî de ji bo ku li dijî vê zilme yekvucûd bo aramî û ewlehiya mîleta xwe jî polîtîkayeke bi aqilmendî dimeşîne. Înşallah, wekî ku we jî anî ziman, li hemberî vê helwesta xurt 'yê ku bi zilme ava bibe, dawiya wî dê xerab bibe'. Di tu serdemên cîhanê de zilm tu carî heta hetayê bi ser neketiye. Duayên me, temenniyên me û tecrûbeyên me jî vê nîşan didin: Zilm heta herheyî najo. Edaleta Rabbê min bêdawî ye."
Sekreterê Giştî yê Huda Parê Mehmet Hüseyin Yılmaz, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser lîstikên nû yên "Seferên Xaçparêzan" û bang li hemû misilmanan kir ku nekevin xefka fitneya mezhebî:
"Divê hêz ji bo aştiyê were bikaranîn. Girîng e ku ev hêz bi taybetî ji bo qelskirina welatên emperyalîst û siyonîzmê were nirxandin. Ji bo vê yekê, pêwîst e welatên Îslamî yekitiyeke hevpar ava bikin. Helwesteke serbixwe û wêrek a lîderên welatên Îslamî, û tevgerîna bi hişmendiyeke dûrî hegemonyaya Amerîkayê dê bibe sedema avakirina vê yekê. Em dibînin ku Amerîka tenê bi çavê berjewendiyê li meselê nanêre. Di daxuyaniyên wezîrê wan ê şer de derket holê ku dibêjin; 'Ji bo me Şîe û Sûnî ferq nake, em bi misilmanan re şer dikin.' Yanî ev sefereke nû ya xaçparêzan e."
Yılmaz bi bîr xist ku George Bush jî di dema dagirkirina Iraqê de heman îfade bi kar anîbû û weha domand:
"Madem ew bi wî çavî li me dinêrin, em misilman çima hîn jî nikarin bikevin parastineke hevpar? Wekî di seferên xaçparêzan de, beşek ji me li cem xaçparêzan cih digire, beşek jî li dijî wan li ber xwe dide. Pêdivî bi Selahedînên nû heye. Divê mirovên berxwedêr derkevin. Zimanê mazlûm nayê pirsîn, divê mirov li cem mazlûm cih bigire. Çawa ku di dîrokê de Seferên Xaçparêzan bi dawî bûn; Selahedînê Eyûbî derket û ew qedandin. Dîsa Seyfedîn Kutuz derket û pêla Moxolan da rawestandin, ev zilm jî dê bi dawî bibe. Bes e ku em vegerin ser eslê xwe, bibin yek û ji perçebûnê dûr bikevin. Nekevin fitneya Şîe û Sûnî. Nekevin fitneya mezheb û meşreban. Înşallah eger ev pêk were, em ê hem li hundir û hem jî li herêmê yekitiyê ava bikin."