HUDA PARê li 81 bajarî têkeve hilbijartinê

Serokê Hilbijartinê yê HUDA PARê Cemal Çoban daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist û îfade kir ku ewê wek HUDA PARê li 81 bajarî tevîn hilbijartinê.

Serokê Karên Hilbijartinê yê HUDA PARê Cemal Çoban li Êlihê di avahîya partîya xwe de daxuyanîyek çapemenîyê li dar xist û daxuyanîyên girîng da. Çoban, îfade kir ku ewê wek HUDA PARê li 81 bajarî tevîn hilbijartinê û di warê xebatên hilbijartinê de çi ji destê wan bê wê bikin.

“Emê li 81 bajarî tevî têkevin hilbijartinê”

Çoban, di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Emê qampanyaya xwe bi ezm û îrade pêş ve bibin. Emê bajar bajar bi teşkîlatên xwe yên bajar, navçe, teşkîlata jinan û ya ciwanan emên li qada bin û emê bi ezm û îradeyek mezin xebatên xwe bidomînin. Em hêvî dikin ku hilbijartinên 24ê Hezîranê ji bo partîya me û milletê me bibe wesîla xêran.

ÎLKHA




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir