Selam Husên, ji AKnewsê re got, tîma fûtbolê ya Kurdistanê, dê bo cara yekê di dîrokê, beşdarî şampiyoniya navdewletî ya fûtbolê bike ku dê meha Gulana îsal li Filistînê tê sazkirin.
Husên, diyar kir, tîma Kurdistanê ji aliyê FIFAyê ve hatiye qebûlkirin û da zanîn, ji bilî Kurdistanê, welatên Filistîn, Ozbekistan, Tûnis, Morîtaniya, Pakistan, Srîlanka û Endoneziya jî dê beşdar bibin.
Sekreterê federasyona fûtbolê ya Kurdistanê, wiha pêde çû, “Li gorî min beşdarîkirina tîma Kurdistanê di şampiyoniya han de, werçerxaneke dîrokî ye bo fûtbola Kurdistanê.”
Hat zanîn, şampiyoniya Filistînê dê navbera 13-23 Gulana îsal bê sazkirin.