Husîyan bi mûşek û roketan êrîş birin li ser kampa leşkerî: Gelek kes mirin û birîndar bûn

Li Yemenê Husîyan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîş birinli Kampa Leşkerî ya El Celayê, di encama êrîşa ku hat kirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Yemenê Husîyan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîş birin  li Kampa Leşkerî ya El Celayê, di encama êrîşa ku hat kirin de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de ji teref berdevkê fermî yê Husîyan ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, bi mûşekên balîstîk û dronan êrîş birin  li Kampa Leşkerî ya El Celayê ya ku di bin birêveberîya Hêzên Ewlehîyê ya El Hîzama ku Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban destekê didiyê hat kirin.

Piştî vê êrîşa ku li kampa leşkerîyê hat kirin re vêcarê jî li Adn û Taxa Şêx Osman êrîşek ji teref Husîyan ve hat lidarxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin