Li hepsa zulm û neheqî dewam dike. Hat diyar kirin ku piştî sirgûna ji Diyarbekir, hepsa Çorûmê jî, deh mehkûmên Hîzbûllahî, sirgûnî hepsa Sîwasê kir.
Gelek mehkûmên ku ji de’wa Hîzbûllah girtîbûn, digel nexwestibûn, wan sirgûnî hepsên dûr kiribûn. Mehkûmên ku sirgûnî hepsa Çorûmê bûbûn, ji wir jî, sirgûnî hepsa Sîwasê bûn.
Îdara hepsê, ji wan re dibêje “Muracaet bikin. Emê we bişînin hepsên nêzî memleketê we.” Mehkûm daxwaza hepsên nêz dikin feqet ji dêlava hepsên nêzî welatê wan, deh mehkûma sirgûnî hepsa Sîwasê dikin.
Merivên mehkûman diyar kirin ku ev sewk sirgûn e, zulm e. Mehkûm hepsên nêzî Diyarbekir dixwazin, lê wan dişînin deverê din. Ji bo heqê rê jî, ji her mehkûmî 300 lîrayê dixwazin.
Hat zanîn ku kesên hatine sirgûn kirin, Receb Dakak, Ahmet Ekîncî, Salîh Kolge, Hesen Çinar, Mûstafa Araz, Nîhat Dîrekçî, Şahîn Buyuk, Nûsret Sonmez, A.Halîm Tûrgût, Wedat Bîlge ne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)