IHO EBRAR li Akçakaleyê alîkarî belav kir

IHO EBRARê ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye, li Akçakaleya Rihayê ji malbatên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Hat ragihandin IHO EBRARê ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û li gelek welatan xebatên alîkarîyê dike, li Akçakaleya Rihayê ji 15 malbatên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Temsîlkarê Rihayê yê IHO EBRARê Mahmut Çelîk derbarê mijarê de diyar kir ew berî niha bi navbeynkarîya Kerwana Umudê  van 15 malbatên feqîr û jar tespît kirine û dû re wiha li axavtina xwe de zêde kir: “  Em wek IHO EBRARê ji bo alîkarîyê li vê derê ne. Em ê ji wan malbatên feqîr û muxtac re alîkarîyê bikin.  Em ê li gorî hisabên xwe ji 15 kesan re bûba alîkar; lê belê me dît ku rewşa gelek malbatan nebaş e. Ji ber vê yekê  em bang li temamê xêrxwazan dikin da ku destekê bidin van xebatên alîkar.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn