IHO-EBRAR li Xarpêtê ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir

IHO-EBRARê ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê li Xarpêtêji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir.

IHO-EBRARê ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Sazî di bergeha xebatên Remezanê de bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê li Xarpêtê  ji êtîman re alîkarîya cil û bergan kir.

Temsîlkarê Xarpêtê yê IHO EBRARê Nîhat Bakşî derbarê xebatên alîkarîyê yên sazîyê de nirxandinan kir û diyar kir “IHO EBRAR wek her sal him li Tirkîyê û him jî li dinyayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Îsal jî me li Xarpêtê alîkarîya cil û bergan û ya xurekê kir.”

Bakşî di berdewama axavtina xwe de diyar kir alîkarîya ku hatiye kirin bi navbeynkarîya Kerwana Umûdê hatiye kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda ji IHO EBRAR û wan kesên din ên ku bûn wesîle keda me jî di nav vê alîkarîyê de hebe razî bit. Li ser navê birakî me li vê derê alîkarîya cil û bergan ji êtîman re hat kirin. Îro zarokên feqîr li vî cilfiroşî hatin xemilandin. Ji ber ku di meha Remezanê bi xwe de hatiye kirin tiştekî pir bi qedr û qiymet e. Divê kêfxweşîya van zarokan bê dîtin, em ji şahîya wan re bûn şahid. Bi rastî j xebateke xweşik kirine ku em ji ber vê yekê wanan teqdîr dikin.Xweda ji temamê wan kesên ku keda wan di vê xebatê de heye razî bit.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin