Îmtîhana AOLê ya telafîyê dê sibê bê çêkirin

Îmtîhana Lîseya Perwerdehîya Ji Dûr ve dê sibê bê çêkirin.

Îmtîhanê Lîseya ji Dûr ve yên heyama du yemîn di 31ê Adar û 1ê Nîsana 2018an de hatibû çêkirin. Ji ber ku di testan de hin ders tinebûn sibê dê îmtîhana telafîyê bê çêkirin.

Ji teref AOLê ve derbarê îmtîhana telafîyê de dawuyanî hat kirin û di daxuyanîya hate kirin de cîh hat dayîn van agahîyan: “Îmtîhana telafîyê dê di 21ê Nîsana 2018an roja Sebtê saet di 09.30 deqeyîde bê çêkirin. Cîyê îmtîhanê yê nû di 19ê Nîsana 2018an saet di 10.43 deqeyan de hat barkirin sîstemê. Xwendekarên me yên ku dê bikevin îmtîhana telafîyê dikarin bi nimara xwe ya xwendekarî û bi şîfreya xwe têkevin sîstemê û belgeya xwe ya ketina îmtîhanê bigrin.”  

Xwendekar dikarin belgeyên xwe ji navnîşana http://aolweb.aol.meb.gov.tr/ogrenci_giris.aspx AOLê bigrin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir