Îmtîhana Sîyerê ya bi xelata Umrê bi dawî bû

Îro ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve bi beşdarbûna sedhezaran kesan Îmtîhana Sîyerê ya bi navê “Wî bixwîne û wek Wî bijî” hat tertîpkirin.

Ji sala 2010an pê de her sal bi rêk û biçûk û mêzin, jin û mêr û ciwan û extîyar gelek kes beşdarî îmtîhan sîyerê dibin.Dê û bavên zarokên biçûk jî digel wan hatin mektebên ku dê zarokên wan bikevin îmtîhanê.

Sala borî îmtîhan Sîyera Nebî li 60 navendî hatibû tertîbkirin, lê belê îsal wê li 74 bajêran û 283 navçeyan  bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan hat tertîbkirin. Ji bo îmtîhanê cihê jin û mêran hat veqetandin û cihên ketina îmtîhanê bi SMSê ji beşdarvanan re hat şandin.

Îmtîhan tevde ji 4 kategorîyan pêk tê û di îmtîhanê de 100 pirs hatin kirin û ew ê xeletî rastîyan bibin.

Di encama îmtîhanê de dê ji 5 kesan re xelata umrê û ji 2 hezar kesan re jî xelatên cûrbecûr bên dayîn.

Îmtîhana ku bi beşdarbûna bi sedhezaran kesan hat tertîpkirin bi dawî bû.

Bersivên pirsan dê di navbera seatên 17.00-19.00an de di Rehber TVyê de bên weşandin. Ew ê pirs û bersivên îmtîhanê ji ser sepana mobîlê ya Dogru Haberê karibin bên daxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin