Îran bi lîstikên siyasî yên Amerîkayê nikare bê xapandin

Rêberê Înqilaba Îslamê yê Îranê Seyîd Elî Xamaney destnîşan kir “Ew lîstikên siyasî yên Donald Trump rayedarên Îranî û xelkê me nikarin bixapînin.”

Rêberê Înqilaba Îslamê yê Îranê Seyîd Elî Xamaney beşdarî merasîma yadkirinê ya ku ji ber minasebeta 30emîn salvegera wefata Îmam Xumeynî hat tertîpkirin bû.

“Divê Amerîka nêzî Îranê nebe”

Xamaney di merasîma ku beşdarî bû de derbarê  geşedanên dawî yên di navbera Îran û Amerîkayê de nirxandinan kir.

Xamaney di nirxandina ku kir de balan kişand li ser lîstikên Amerîka û wiha got: “Ew lîstikên siyasî yên Donald Trump rayedarên Îranî û xelkê me nikarin bixapînin. Divê Amerîka nêzî Îranê nebe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn