Îranê êrîşî kampa PDK-Î kir: 14 mirî 42 birîndar

Hat ragihandin hêzên Îranê êrîş birin li ser kampa PDK-Î ya li Hewlêrê, di encama êrîşa ku hat kirin de14 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

Îranê bi topan êrîş bir li ser kampên Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê û Hîzba Demokrat a Kurdistanê yên li Koyeya Hewlêrê. Di encama êrîşa ku hat kirin de 14 kesên ji PDK-Îyê mirin û Mustafa Mevludê rayedarê payebilind jî di nav de tev de 42 kes birîndar bûn.

PDK-Îyê ku muxalifê Îranê ye ji salan 1996an vir ve li Hewlêrê di kampan de fealîyetên xwe birêve dibe. Tê diyarkirin ji wê rojê vir ve ev êrîşa ewil a herî mezin e ku li dijî PDK-Îyê hatiye kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e