Îsmaîl Henîyye: Girên Golanê axên Sûrîyê ne

Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye destnîşan kir, Girên Golanê axên Sûrîyê ne û nikarin vên îşxalkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îşxala çeteyên siyonîst û terorîst a li Girên Golanê bi şikleke fermî nas kir. Trump qerarnameya ku pê desthilatdarîya siyonîstan a li Girên Golên tê naskirin îmze kir.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve daxuyanîyek hat dayîn. Henîyye di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  Girên Golanê axên Sûrîyê ne û dû re wiha got: “ Planên Amerîka yên ku pê herêmê hedef digire îro nexasim bi vê qerarê cardin derket holê. Em wek Hamasê li dijî qerara Amerîkaya ku mudaxeleyî meseleya Quds û penaberên Filistînî dike û hiqûqê navneteweyî binpê dike li ba Sûrîyê ne.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e