Îşxalkerên siyonîst û terorîst êrîşî Xazzê kirin

Îşxalkerên siyonîst û terorîst êrîşî Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye kirin.

Hat ragihandin îşxalkerên siyonîst û terorîst êrîşî Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye kirin û bi bombeyan xelkê sîwîl hedef girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên terorîst û îşxalker bi balafirên şer doh êvarî êrîş birin li ser Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye. Di êrîşa ku hat kirin de ofîsa xebatê ya Îsmaîl Henîyyeyê Lîderê Hamasê jî hat hedefgirtin. Di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi tû kesî nehat.

Tê diyarkirin di tevahîyên êrîşên ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin de 5 Filistînî birîndar bûn.

Ji ber êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve hat kirin Tugayên Qassamê bersiv dan êrîşan û mûşekan avêtin warên ku lê siyonîstên îşxalker dijîn. Ji ber vê yekê li herêma ku lê siyonîst dijîn dengê sîrenan hat bihîstin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin