İ`tirafen Sereke `PJAK`e

Serekekî kevn yê PJAKa milê Pkkya Îranê, î`tîraf kir ku milîtanên pkkê ji teref muşawirên ‘eskeriyê Îsraîlve te`lîm dîtine. Serekê kevn dîsa î`tîraf kir ku Pkk ji esrarê perên gelek zêde kesb dike.

 

Î’tirafên Serekê “PJAK”ê


Di î’tîrafên xwe de serekê PJAKê yê kevn beyan kir ku ev te’lîm li Kurdistana ‘Iraqê li “Sehaya teyara Arabîal” ji teref muşawirên leşkerên Îsraîl hatiye dayîn. Bi perê esrarê PJAK-Pkk li Awrûpa û ‘Emerîka karin danûsitandinê jî bikin.

Serekê ku piştî ji PJAKê qetiya ye li Îsweçê jiyana xwe didomîne, ev serek li Îsweçê van beyanatê xwe da sîteya Xebera“Mecanopolîs”ê. Ji ber ku emniyeta wî ya can tune ye xwe bi navê “Rizgar” da naskirin.

Dîsa di hevpeyvîna di nabeyna xwe û vê sîteyê de Serekê kevin van me’lûmatan jî di heqqê Pkkê de da. “Milîtanê ku li hêla Îranê ne jimara wan 500î derbas nabe û sîlehên wanê giran jî tune ne ji ber vê yekê ji bo Îranê ne tehdîdek mezin in. PJAK û Pkk ne du mil in serekê PJAKê Hecî Ahmedî bi serê xwe nîne, qerarê serekê Pkkê bidin wan tetbîq dike, Hecî Ahmedî ji bo ku Kurdê Îranê bêjin va serekê me ji me ye bi serekantî hiştine. ‘Emerîka û Awrûpa li pişta PJAKê ne, ne wisa bûna pey serekê

PJAKê li Almanya nedihemandin.


PJAK wisa nîşan dide ku ji bo gellê Kurd dixebite lê belê amanca wiya eslî ku di Îranê de îstîqrar nemîne. PJAK ji teref MOSSAD û CIA têne fînanse kirin. Qezeteciyê ‘Emerîkî “Reese Erlich” gelek cara xebera ku mensûbên PJAKê ji teref Îsraîl têne te’lîm kirin anî ser ziman.
Min jî dema dî de’wa Kurdîtiyê tê alet kirin ji fe’eliyetên Mafyayê re, êdî min hew îdare kir di nava wan de. Terîqeteka ku her mensûbê xwe mecbûrî ‘îbadeta ji Abdullah Ocalan re dike de ez nikaribûm bimînim.”

Xeber: Muhammed Sebatî/Kelhaamed

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be