ÎTTÎHADUL ULEMA: Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd ne ya qebûlkirinê ye

Di daxuyanîya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hat belavkirin de ji qerara îdamkirinan re bertek hat nîşandan û wiha hat gotin: “Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd a li hember aliman ne ya qebûlkirinê ye.”

Berî niha di çapemenîyê de derketibû holê ku ew ê rejîma Siûd 3 aliman îdam bike. Ji ber vê xebera ku hat bihîstin gelek kes ji Siûd re bertek nîşandan û hêj nîşandana bertekan berdewam dike.

ÎTTÎHADUL ULEMAyê Yekîtîya Alim û Medreseyan e jî derbarê  mijarê de daxuyanîyek belav kir û ji helwest û qerara Siûdî re bertek nîşan da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin birêvebirîya Siûd amadehîyan dike ku 3 aliman îdam bike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di raporta ku derbarê lêpirsînên derheqê zêdetirî 100 alimên ku hatin girtin de hat kirin de derket holê ku Siûd nahêle ku ev alim bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, ji xwe re parêzerekî bigirin. Hetta derket holê ku gelek zêde îşkence li van aliman tê kirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de ji Siûd re bertek hat nîşandan û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev helwesta zalimane ya birêvebirîya Siûd a li hember aliman ne ya qebûlkirinê ye.”

Di dawîya daxuyanîyê de bang li welatên Îslamê hat kirin da ku pêşîya van îdamkirinan bê girtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin