ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji bo Şehîd Muhammed Mursî peyam weşand

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyêji bo Muhammed Mursîyê Serokomarê Misirê yêku di salona mehkemê de şehîd bû peyama tazîyê weşand.

Muhammed Mursîyê ku yekemîn serokomarê hilbijartî yê Misirê bû bi darbeya leşkerî ya ku ji teref Sîsî ve hat kirin hat desteserkirin û hat avêtin zindanê ku doh di dema salona mehkemê de kir ku xeber bide ji nişka ve nerihet bû û şehîd bû.

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Enwer Kiliçarslan  ji ber şehadeta Muhammed Mursî peyama tazîyê weşand. Kiliçarslan di peyama xwe de ji bo Mursî rehmet û ji bo malbata wî jî sebir niyaz kir.

Kiliçarslan di berdewama peyama xwe de wisa got: “Xebera şehadeta Muhammed Mursîyê Serokomarê meşrû yê Misira gihaşt me ku Mursî di demên dawî yên emrê xwe di nav ezîyet û qehrê de borand. Xweda wî bi nebî, şehîd û siddiqan  haşir bike û wî ji me re bike şefaatkar.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e