Ji teref TUÎKê ve îstatîstîkên îthalat û îxracatê yên meha nîsanê hatin belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha nîsana sala 2019an de li gor heman meha sala borî îxracat ji sedî 4.6 zêde bû û îthalat jî ji sedî 15.1 kêm bû.
Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin di meha nîsanê de îxracat ji sedî 4.6 zêde bû û gihaşt 14 milyar û 480 milyonî û îthalat jî ji sedî 15,1 kêm bû û daket 17 milyar dolar û 462 milyon dolarî.
ÎLKHA