Ji ajokarê ku rê neda ambûlansê re cezaya hepsê hat xwestin

Ji ajokarê ku li Stenbolê rê neda ambûlansê re cezaya hepsê hat xwestin.

Hat ragihandin ji ajokarê ku li Bakirkoya Stenbolê rê neda ambûlansê re ji ber sûca “ji bo wezîfe neyê bi cî anîn li ber xwe dayîn”ê  heta 5 salan cezaya hepsê hat xwestin.

Di  îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin ajokarê bi navê Muhammed Efkan Yetîşmîş rê neda ambûlansê û nehişt ku ambûlansa ku nexweş di nav de bû wezîfeya xwe bi cî bîne.

Yetîşmîşê ku di 28ê Sibatê de hatibû binçavkirin û şerta kontrola edlî hatibû berdan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin