Matara ku di meha nîsanê de bi navgirîya Weqfa Alîkarîya Însanî ya ÎHHyê hat anîn Stenbolê di nava 4 mehan de tev de 42 caran amelîyat bû. Niha rewşa Matar baş e û dikare li ser pîyê xwe birêve biçe, lê divê heta saleke din jî tedawîya wê berdewam bike.
Matar di civîna çapemenîyê ya ku li Stenbolê di otelelê hat kirin de daxuyanîyek da. Matar destnîşan kir piştî ku ew anîna Tirkîyê baş bûye û ji kesên ku keda wan di başbûna wê de heye re teşekur kir.
Matar diyar kir Filistînî Tirkîyê wek bira dizanin û dû re pirsa rojnamegerekî ku jê pirsî ‘tu hatî hedef girtin na na?’ wisa bersivand: “Ez bawer dikim, ji ber ku min ala Filistînê vediguhast hatim hedefgirtin.”
Plastîk Cerrah Doç. Dr. Mehmet Welî Karaaltin jî di civînê de diyar kir ger hinekî dereng hatibana anîn îxtîmaleke mezin ew ê pîyê wê hatiba jêkirin.
ÎLKHA