Hat ragihandin Nîkeya ku markaya pêlavên sporê ye di bi pêlava ku nû çêkir de nivîseke ku dişibihe lefza “Xwedê” ya bi Erebî nivîsand ku Mislimanan ji vê yekê re bertekên tund nîşan dan. Di kampanyaya ku ji ser malpera Change.org’ê hat destpêkirin de hat xwestin ku ev model pêlav bên berhevkirin.
Di nivîsa ku ji ser malpera Change.org’ê hat parvekirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: “Di bin pêlava bi modela Nike Air Max 270î de nivîseke logoyê ya ku bi Erebî dişibihe lefza “Xwedê” hat çêkirin. Bêşuphe ew ê ev nivîs dê bê eciqandin, bikeve nav toz û ax û pîsîtîyê. Ev li hember Mislimanan helwesteke êrîşkar û li hember Îslamê jî heqaret e. Îslam şîretan dike ku li hember hemû kesî divê însan xwedî merhemet bin, bi edalet bin û xwedî nezaket bin. Nîke di sala 1997an de jî tiştekî wisa kiribû û ji ber bertekan pêlavan berhev kiribû û destnîşan kiribû ku kontrol hatine zêdekirin. Başe, madem wisa ye çima cardin ev yek hat kirin? Em ji Nîke teleb dikin ku firotina vê pêlavê li temamê dinyayê bê rawestandin.”
Di kampanyaya ku hat destpêkirin de heta niha zêdetirî 15 hezar îmze hat berhevkirin.
Nîke di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir nivîs ne teşbîhê hev in û ev yek bes tesaduf e.
ÎLKHA