Ji ber ku rêyên wan nehat çêkirin gundî neçûn li ser sindoqan

Li Sêwerega Rihayê 184 hilbijêr ji ber ku rêya gundên wan nehat çêkirin neçûn li ser sindoqan.

Hat ragihandin li Sêwerega Rihayê 184 hilbijêr ji ber ku rêya gundên wan a Çaxê nehat çêkirin neçûn li ser sindoqan.

Li gund heta seat 13.00an jî tu hilbijêrî dengê xwe neda, li ser sindoqa ku li gund hat danîn bes kesên wezîfedar dengê xwe dan. Tê diyarkirin hinek kes hewl didin gundîyan qanê bikin da ku dengê xwe bidin.

Necmî Guldîkenê şênîyê gund derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re destnîşan kir “Rêya me, ava me û mala me ya tazîyê tune ye. Em niha li tazîyê ne, lê tu kes tune ye ku ji me re xizmetê bike. Dibistana me ya navîn heye û li vê derê 350 xwendekar mektebê dixwîne. Ji ber ku rêyên me xera bûyî ne em ji sanayîyê dernakevin. Ji bo zehmetî û problemên me tu kes bi me re eleqedar nabe. Heta ku rêyên me neyên çêkirin em ê neçin li ser sindoqan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin