Cotkarên ku li Caferkeya Çinara Diyarbekirê zebeş çandibûn ji ber mesrefên zêde zebeşên xwe ji nav erdan berhev nekirin û ji xerabûnê re terk kirin.
Cotkarê bi navê Dogan Aksu destnîşan kir ji ber mesrefên zêde ew zirar kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me zebeş çand, lê belê zebeşên me di destê me de man, em nikarin bifiroşin. Em zebeş li nav erd kîloya wê bi 50 qirûşî difiroşin, lê belê komîsyonvan 1,20 qirûşan difiroşe. Ji me zêdetir difiroşin. Em zirarê dikin û ew ji me zêdetir kar dikin. Em zehmetîyê dikşînin ew qezenc dikin. Niha zebeşên me nehatine berhevkirin, ji vê pê ve tu debara me jî tune ye. Em derbarê vê mijarê de ji dewletê alîkarîyê dixwazin. Bihabûna mazotê û zêdebûna heqê gubreyê û tiştên din.”
Cotkarekî din ê bi navê Ferat Aksu jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Bihaya zebeşan erzan e û mazot jî gelekî biha ye. Firotina ku em dikin ne beramberê mesrefan e. Em bendewar in ku dewlet vê meselê çarerser bike. Edî em nema karin ji bin vî barî derkevin. Zebeş dikin di nav erd de xera bibin.”
ÎLKHA