Ji ber qûtbûnên ceyranê derbarê Guaîdo de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji ber qûtbûnên ceyranê yên li Venezuelayê derbarê lîderê muxalîf Juan Guaîdo de lêpirsîna “ sabotaja li pergala ceyranê” hat vekirin.

Hat ragihandin ji ber qûtbûnên ceyranê yên li Venezuelayê derbarê lîderê muxalîf Juan Guaîdo de ji teref Serdozgerê Venezuelayê Tareb Saab ve lêpirsîna “ sabotaja li pergala ceyranê” hat vekirin.

Ji ber qûtbûnên ceyranê yên ku ji roja pêncşema borî ve li Venezuelayê pêk tên li welêt gelek problem rû dan.

Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê di daxuyanîya ku berî niha dabû de destnîşan kir qûtbûnên ceyranê sabotaj e û bi teknolojîya Amerîka hatiye kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn