Ji bo esnafên ku kêleka rê îşxal dikin hişyarî

Zabitayên Şaredarîya Yenîşehîra Diyarbekirê esnafên ku kêleka rê îşxal kirîye kontrol kir û hişyarî dan wan.

Ekîbên Zabitayên Şaredarîya Yenîşehîra Diyarbekirê li navenda navçeyê esnafên ku kêleka rê îşxal kirîye û ji bo welatîyan astengîya derdixe kontrol kir û hişyarî dan wan û îfade kirin ku heger ji niha û pêde wisa dewam bikin dê ciza bidin wan.

Midûrê Zabitayan îfade kir ku ji ber hin esnafên me kêleka rê îşxal kirine zarok, jin, îxtîyar û welatîyên me ên estegdar di çûyîn û hatinê de zehmetîyan dikşînin û îfade kir ku me esnafê xwe di vî warî de kontrol kir û hişyarî dan wan, heger ji niha û pêde wisa dewam bikin emê dest bi sepana ciza bikin.

Muxtarên taxan û welatîyan piştgirî dan sepana zabiteyan û xwestin ku esnaf rêyan îşxal nekin. Piştî kontrola Ekîbên Zabita kêlekên riyan hatin valakirin û ji bo welatîyan di warê çûyîn û hatinê de rehetî hat çêkirin.

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn