Ji bo pîyasa aram bibe divê gav bê avêtin

HUDA PARa ku balan kişand li ser nebaşbûna pîyasê destnîşan kir divê dawî li nedîyarîyên ku ji ber hilbijartinan derketine holê ûprojeyên şenber ên ku dê pîyasayan baş bikin bên tatbîqkirin.

Ji teref HUDA PARê ve derbarê rojeva hundir de nirxandinan rojevê hat belavkirin. Di nirxandina rojevê ya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin divê dawî li nedîyarîyên ku ji ber hilbijartinan derketine holê û  projeyên şenber ên ku dê pîyasayan baş bikin bên tatbîqkirin.

“Di nava heftîyekê de du caran zem li benzînê hat kirin û heqê benzînê derket li ser 7 lîreyan”

Di destpêka daxuyanîyê de ji zema ku hema piştî hilbijartinan di serî de li sotemenîyê û gelek tiştên din hat kirin re bertek hat nîşandan û wiha li nirxandinê hat zêdekirin: “ Hema piştî hilbijartinan weke ku qedexeya zemê rabûbe bûhaya hemû tiştî hat zêdekirin. Di warê xurekê de zemên  ciddî hatin kirin. Di nava heftîyekê de du caran zem li benzînê hat kirin û heqê benzînê derket li ser 7 lîreyan. Ev bûhakirin li mazot û xazê jî hat kirin ku ji ber vê yekê di warê veguhastinê de kulfeteke zêde derdikeve holê. Bi heman awayî ji ber ku  firotinên tanzîmê ango erzan hatin rakirin heqê sebze û fêkîyan li marketan firîya. Tiştên sereke yên xurekê yên mîna pîvaz û kartolan hêj neketine bin 6 lîreyan.”

 “Ji bo çaresîya wan meseleyên ku her ku diçe mezintir dibin divê tiştin bên kirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di meha adarê de enflasyon dîsa zêde bû ku ji  ber vê yekê xelk nikare danûstandinê bike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Rêjeya bêkarîyê jî her ku diçe zêde dibe û îstîhdamê jî nayên kirin. Li ber çavan e ku êdî ev konjonktur nikare bê meşandin.  Êdî ew rojên hilbijartinê yên ku pê xelk hatibû rehîngirtin li paş man. Niha wext wextê eleqedarbûna debar û mitbaxa ku di rojeva xelkê de ye. Divê dawî li nedîyarîyên ku ji ber hilbijartinan derketine holê û  projeyên şenber ên ku dê pîyasayan baş bikin bên tatbîqkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê