Ji bo qanûna ku malbatan hildiweşîne bê rakirin kampanya îmzayê hat destpêkirin

Meclîsa Malbatê ya Tirkîyê bi dirûşmeya “Bila qanûna ku malbatan hildiweşîne bê rakirin” û Peymana Stenbolê bê betalkirin” kampanyada destpêkirin.

Peymana Stenbolê ya ku di 11ê Gûlana sala 2011an de li Stenbolê ji îmzê re hat vekirin di 11ê Adara sala 2012an de hat qebûlkirin. Ji bo ev peyman bê betalkirin û ji bo qanûna ku pê malbat tê hedefgirtin bê rakirin ji teref Meclîsa Malbatê ya Tirkîyê bi dirûşmeya “Bila qanûna ku malbatan hildiweşîne bê rakirin” û Peymana Stenbolê bê betalkirin” kampanya îmzê da destpêkirin. Li tevahîya Tirkîyê 957 STK piştgirî dan kampanyayê.

Daxuyanî li ser navê Meclîsa Malbatê ya Tirkîyê  ji teref Serokê Komaleya Mafên Zarokên Cîhanê Adem Çevîk ve hat xwendin.

Adem di daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir “Ji ber ku Projeya  Wekhevîya Zayenda Civakî ya ku bi Peymana Stenbolê li ser civakê tê ferzkirin, li îstîqbal û însanetîyê re dijmintî dike em vê vê yekê red dikin û qebûl nakin. Di nezera me de Peymana Stenbolê Projeya Civaka Bêmalbat e. Ger malbat xera bibe dê civak jî xera bibe.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin