Ji bo Yemenê hevdîtinên aştîyê îro dest pê dike

Hevdîtinên aştîyê yên bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî dê îro dest pê bike.

Hat ragihandin îro ji bo ew şer û pevçûna di navbera du terefên li Yemenê de bi dawî bibin  dê bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî hevdîtinên aştîyê bê kirin.

Tê diyarkirin ew ê hevdîtin îro li Swêdê dest pê bikin. Herî dawî di sala 2016an de gotûbêjeke ku 106 rojan berdewam kir hat kirin û gotûbêjên ku bo aştîyê hatin bênetîce man. Ji ber vê yekê ev hevdîtina ku dê îro bê kirin xwedî taybetîya hevdîtina yekemîn e  ku piştî hevdîtinên 2016an cara ewil bo aştîyê tê kirin.

Her wisa tê diyarkirin ji bilî hevdîtinên aştîyê dê vekirina balafirgeha Sanayê, dawî anîna li dorpêça li Taîzê û teqasa mehkûman jî dên bidestxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn