Ji eşîran banga têkoşîna hevpar a li dijî pirsgirêkên civakî

Endamên eşîran ên ku beşdarî Meclisa Îstîşareya Eşîrên Mêrdînê ya li navçeya Qoserê hat lidarxistin bûn, bal kişandin ser girîngiya îstîşare û piştgiriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên exlaqî, civakî, ewlehî û malbatî yên ku civak pê re rû bi rû ye.

Di Çalakxaneya Meclisa Îstîşareya Eşîrên Mêrdînê ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hat lidarxistin de, pirsgirêkên cihêreng ên ku civak pê re rû bi rû dimîne hatin destnîşankirin û nirxandin.

Endamên eşîran ên ku beşdarî çalakxaneyê bûn diyar kirin ku miqayebûna çareseriya pirsgirêkan tenê ji meqamên fermî û dadwerî ne bes e û anîn ziman ku divê civak bi nirxên xwe û mekanîzmayên xwe yên piştgiriyê re jî berpirsiyariyê hilde ser milê xwe.

Di çarçoveya çalakxaneyê de Ahmet Karacadağ ê ji eşîra Şêxên Qerejadaxê di nirxandina xwe ya ji bo nûçegihanê İLKHAyê de hêvî kir ku ev civîn ji bo herêmê, welat, eşîrên Mêrdînê û hemû mirovan bibe wesîleya encamên bi xêr.

Ahmet Karacadağ

"Wesîleyeke gelekî xweş e, civîneke gelekî xweş e"

Karacadağ diyar kir ku eger berê îstîşareyên bi vê rengî bihatana kirin, dibe ku hin pirsgirêk negihîştibana asta îro û wiha axivî:

"Ez hêvî dikim ku ev civîn ji bo memleketê me, ji bo welatê me û ji bo eşîrên di nav sînorên Mêrdînê de û hemû mirovan bibe wesîleya xêran. Gelekî xweş e. Eger berê îstîşareyên bi vê rengî çêbûbana, dibe ku ewlehiya mövcud, pîvanên exlaqî, asayîş û ewlehî negihîştibana vê rewşê. Her çend em dereng mabûn jî, wesîleyeke gelekî xweş e, civîneke gelekî xweş e. Hem hatina cem hev a mirovan hem jî anîna ziman a pirsgirêkên me, piştî ku pirsgirêk û tengazî hatin zanîn, bi kêmanî kirina xebatên ji bo çareseriya wan elzem e. Bi vê wesîleyê ez gelekî hez dikim, teqdîr dikim û berdewamiya wê dixwazim."

Wekîlê Serdema 24an ê AK Partiyê yê Mêrdînê Abdurrahim Akdağ diyar kir ku çalakxane di warê destnîşankirina pirsgirêkên ku beşên fireh ên civakê eleqedar dikin de girîng e û anî ziman ku paşeroja ciwanan, aramiya malbatan û tengasiyên aborî di civînê de hatine rojevê.

Abdurrahim Akdağ

"Civaka me di vê mijarê de di nav tengasiyekê de ye"

Akdağ diyar kir ku ev çalakxane di warê tespîtkirina pirsgirêkên giran ên civakê û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê de dikare bibe destpêkeke girîng û ev îfade anîn ziman:

"Ez niha di Çalakxaneya Eşîrên Mêrdînê de me. Bi rastî ew mijarên ku berekî giran li civaka me didin paidan îro tên rojevê. Ez vê çalakxaneya xweş û tîma ku vê hestiyariyê amade kiriye pîroz dikim. Civaka me di vê mijarê de di nav tengasiyekê de ye. Em behsa paşeroja ciwanên xwe dikin, em behsa aramiya malbatên xwe dikin, em behsa tengasiyên giran ên aborî yên ku mirovên me ketine navê dikin. Ev mijar in ku hemû beşên civakê eleqedar dikin. Di vê mijarê de jimara kesên ku bikaribin bibêjin 'ez neketime bin bandorê' nêzî tunebûnê ye. Ji ber vê yekê tespîtkirin, lêkolînkirin, fêmkirin û anîna rojevê ya pêşniyarên çareseriyê yên van pirsgirêkên giran ên ku bûne malê civakê, meseleyeke cidî ye ku tevahiya civakê hewcedarî pê heye. Ji ber vê sedemê ez gelekî girîngiyê didim vê çalakxaneyê. Bi hêviya ku bibe destpêkek. Bila ji bo aramî, hedûnî, silametî û piştgiriya civaka me bibe wesîle."

Akdağ ku diyar kir "Divê duyariyên bi vê rengî ji vir û pê de jî berdewam bikin" ev îfade bi kar anîn: "Sekrandina çareserkirina hemû pirsgirêkan ji aliyê meqamên dadwerî û aliyên fermî ve, tiştekî ku civakên nûjen hêvî dikin nîne. Rûmeta civakê, paşeroja civakê bi kapasîteya wê ya çareserkirina pirsgirêkan re eleqedar e. Ji ber vê yekê di civaka me de ev borî heye, ev birikîn/tecrûbe heye, ev kultûr heye. Avantajên mezin ên ku baweriya me ji me re peyda dike hene. Lê belê ev avantaj îro di rewşeke neaktîf de bûn. Bi hêviya ku piştî vê çalakxaneyê ev nirxên ku hêza resen a civaka me ne bibikevin qadê û bi vê yekê re beriya ku pirsgirêk derkevin holê, bi têgihiştineke proaktîf mekanîzmayek û sîstemeke ku dê rê li ber pirsgirêkên me bigire ava bibe. Ji ber vê sedemê ez dîsa tîma ku ev çalakxane organîze kiriye pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ji hemû civaka me re jî silav, rêz û hurmetên xwe pêşkêş dikim û serkeftinê dixwazim."

Ji rûspiyên Eşîra Şukuranê (Eşîra Şukurî) Mehmet Salih Kılınç jî tekez kir ku divê pirsgirêkên ku di civakê de tên jiyîn bi rengekî zelaltir û wêrektir bên anîn ziman.

Mehmet Salih Kılınç

"Her kes ber deriyê mala xwe paqij bike memleket paqij dibe"

Kılınç diyar kir ku di têkoşîna li dijî pirsgirêkan de divê eşîr jî berpirsiyariyê hildin ser milê xwe û van îfadeyan bi kar anî:

"Ev çalakxane çalakxaneyeke gelekî biqîmet e. Pirsgirêka me bi temamî nayê vegotin. Divê em pirsgirêkên heyî yên vê memleketê bi wêrekî bînin ziman. Faizxwar, çetecî mirovên memleketa me ne. Yên ku fuhşê dikin zarokên vê memleketê ne. Her kes ber deriyê mala xwe paqij bike memleket paqij dibe. Divê em bi van pirsgirêkan re têkoşînê bikin. Ji bo ku em bi vê re têkoşînê bikin, divê em komîsyonek ku her eşîr di nav de ye ava bikin. Em kînga ku van pirsgirêkan paşguh bikin, ji wê rojê û vir ve em bi musîbeteke mezin re rû bi rû man. Ev memleket layîqî vê nîne. Mijarên ku li vir hatine rojevê mijarên gelekî girîng in."

Mella Mahsum Botani ku beşdarî çalakxaneyê bû, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku bi taybetî malbat û ciwan pê re rû bi rû dimînin banga berpirsiyariyê li mezinên civakê û serokên eşîran kir.

Molla Mahsum Botani

"Divê careke din nirxê berê yê pêkhateya malbatê jê re bê vegerandin"

Botani kêfxweşiya xwe ya ji bo organîzekirina vê çalakxaneyê anî ziman û ev tişt tomar kirin:

"Xwedê ji yên ku ev çalakxane organîze kirine razî bibe. Ev çalakxaneyeke gelekî girîng e. Em bang li serokên eşîran û mezinên civakê dikin. Em dixwazin ji pirsgirêkên memleketa me re çareseriyekê bibînin. Di meseleyên malbatî de, di meseleya çareserkirina pirsgirêkên ku ciwan û keçên me di nav de ne de em deng li her kesî dikin. Em dixwazin ew pirsgirêkên ku malbat û ciwanên me wêran dikin bi dawî bibin. Struktura malbatê divê dîsa ew nirxa xwe ya berê bibîne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan me gelekî dixwest di memleket de çalakxaneyeke wiha bê kirin. Elhemdu lîllah ev kirin. Ez hêvî dikim ku ev çalakxane feydeyê bide me û di aliyê erênî de bereketiyê bîne ji memleketa me re."

Hecî Suleyman

Hecî Suleyman ê ji endamên Eşîra Şukuranê (Eşîra Şukurî) ku di derbarê çalakxaneyê de nirxandin kirin, diyar kir ku ji bo dabînkirina aramî û aştiya di civakê de divê malbat xwedî li ciwan û keçên xwe derkevin.

"Divê em rêyên ku ciwanan dixînin nav xerabiyan bigirin"

Hecî Suleyman ku banga berpirsiyariyê li xwediyên eşîran û malbatan kir wiha got: "Tiştê ku em ji Xwedê dixwazin ev e ku sulhekê bîne ji vê memleketê me re. Em dixwazin ku xwediyên her eşîrê xwedî li ciwan û keçên xwe derkevin. Wan serbixwe û bêxwedî nehelin. Divê em rêyên ku ciwanan dixînin nav xerabiyan bigirin. Divê em xwedî li wan derkevin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Penceşêr nakuje, berovajî wê îhmalkarî dikuje
Umut Kerwani ra Siverek de wendekoxan rê desteka kirtasiye
Kolana 1,5 kîlometreyî bê peyarê ye
Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73 hezar û 669 kesan
4 mirî, 2 bi giranî birîndar