Pirsgirêka ku bi salan e li Bismilê çareser nabe: Kolana 1,5 kîlometreyî bê peyarê ye

Pirsgirêka ku bi salan e li Bismilê çareser nabe: Kolana 1,5 kîlometreyî bê peyarê ye

Li navçeya Bismilê ya Diyarbakırê, li Bulvara Mem û Zînê ya ku dirêjahiya wê nêzî 1,5 kîlometreyî ye ne peyarê, ne ji bo peyayan serpir ne jî tevdîrên ewlehiyê hene.

Li navçeya Bismilê ya Diyarbakırê, Bulvara Mem û Zînê ku dirêjahiya wê 1,5 kîlometre ye û ji xaçerêya sêyan heta nuqteya kilitbûna Bulvara Nazım Hikmet dirêj dibe, tevî ku rêya di navbera bajaran de ye, di heman demê de kolaneke ku vedibe nêzî 45 taxên gundewarî ye. Li vê kolana ku saziyên perwerdehiyê yên wekî Dibistana Seretayî ya Bismilê, Dibistana Navîn a Ehmedê Xanî û Dibistana Navîn a Ulutürkê jî lê hene, ne peyarê (kaldırım) heye ne jî li dijî wesayîtên ku kolanê bi rengekî çalak bi kar tînin ji bo xwendakaran tevdîreke ewlehiyê heye.

Esnafên derdorê yên ku di her derbasbûna wesayîtan de toza li devera peyarê bêhn dikin, dixwazin pirsgirêka rê û peyarê ya ku bi salan e berdewam dike êdî bê dawîkirin.

"Peya di rêya wesayîtan de dimeşe, wesayît di rêya peyayan de pêşde diçin"

Ramazan İslamoğlu

Ji esnafên derdorê Ramazan İslamoğlu wiha got: "Hûn rewşa kolanê dibînin, xetere ye. Ne peyarê (kaldırım) heye ne jî kesekî ku lê xwedî derkeve. Gel di rêya wesayîtan de dimeşe, wesayît jî di cihê ku mirov lê dimeşin de pêşde diçin. Eger li vir peyarêyeke birêkûpêk û ewle bê çêkirin ti pirsgirêk namîne. Wekî din, vir herêma dibistanê ye. Herî kêm 800 xwendakarên me hene. Ji ber vê yekê ev der gelekî pirsgirêkdar e. Em dixwazin peyarê bê çêkirin."

İslamoğlu bal kişand ser fonksiyona bulvarê û ev îfade bi kar anîn: "Hûn kolanê dibînin. Em li ser xêza şerîdê dimeşin; me ew ji xwe re kiriye peyarê. Çünki li vir peyarê tune ye. Ev der di heman demê de rêyeke navneteweyî ye. Ji Îranê dest pê dike, di ser Tirkiyeyê re heta Deryaya Reş, ji wê derê jî heta Fransa û Îngiltereyê dirêj dibe. Ji ber vê yekê her tim trafîka wesayîtan heye. Bi taybetî wesayîtên barkêş ên giran derbas dibin. Wesayîtên biçûk bide aliyekî, qelebalixiya bingehîn kamyon û tir çêdikin. Ji ber vê yekê divê teqez li vir peyarê bê çêkirin. Em kolanê bi kar tînin, çünki em nikarin peyarêyê bi kar bînin. Ji ber vê yekê qezaya jî neçarî dibin. Piraniya xwendakarên li vir servîsê bi kar naynin; bi meşê tên. Yên ku ji taxa jêrîn, ji vir û ji aliyê jorê tên hemû neçar in vê rêyê bi kar bînin. Ji ber vê sedemê ev der metirsiyeke cidî çêdike."

"Nêzî 25-30 sal in ev rê her tim di heman astê de ne; xerabûyî û bêxwedî ne"

Hasan Yağış

Hasan Yağış diyar kir ku ew li navçeya Bismilê nikarin xizmetê bibînin û wiha got: "Zar e ne xizmeteke rast û drust ne jî xebatek di riyên Bismilê de heye. Nêzî 25-30 sal in ev rê her tim di heman astê de ne; xerabûyî û bêxwedî ne. Bi rastî diçû ku peyarêyên di vir de berî 15-20 salan bihatana çêkirin. Niha ku tu dinêrî, ber deriyê dikanên hemû esnafan bi wesayîtan tije ye. Sedema herî mezin a vê yekê nebûna peyarêyê ye. Eger peyarê bihatana çêkirin hem dîtin dê xweşiktir bibûya hem jî esnaf dê rahattir bibûya. Rê jî dê birêkûpêktir bibûna. Wekî din, hemû ava baranê û qirêjî tê li cihê ku em lê ne civ dibe."

Yağış van îfadeyan bi kar anî: "Ji ber ku peyarêyên peyayan tune ne mirov kolanê bi kar tînin. Dema ku wiha dibe jî qeza dibin neçarî. Ev der rêya me ya ku herî zêde bi kar tê ye. Li ser vê rêyê nêzî zêdetirî 45 rêyên gundan ve girêdayî ne. Her tim çûn û hatin heye. Ji ber vê yekê divê zû bi zû xizmeta pêwîst ji bo vê rêyê bê kirin, bi taybetî jî divê peyarê bên avakirin. Rêya ku em behsê dikin nêzî kîlometre û nîvekî dirêj e. Çêkirina peyarêyê ji bo temamiya vê guzergahê şert e."

"Me li ti cihê Tirkiyeyê kolaneke wiha ku bi temamî bê peyarê ye nedît"

Hamza Yaman

Hamza Yaman diyar kir ku li kolana behskirî ji bo serpirê (üst geçit) jî hewcedarî heye û tevî ku berê di vê regezê de hin gav hatibin avêtin jî dawiya wê nehat anîn, ev îfade anîn ziman:

"Lê belê em nêzî sî sal in li vir in. Li vê rêyê belkî ji çil salî zêdetir e ne peyarê heye ne jî xizmeteke rast û drust hat e kirin. Divê teqez ji bo vir serpirek bê çêkirin. Di fermiyetê de jî hebû; hatin hin nîşan û şîş danîn lê dawiya wê neanîn. Diçû ku çêbikin, nekirin. Lê belê ji bo mirovan gelekî girîng e. Mirovê ku ji aliyekî derbasî aliyê din dibe her an dibe ku wesayîtek lê bixe. Eger peyarê, ronahiya sor an jî derbasbûneke ewle hebûya mirov nediçûn nav tengasiyê, qeza jî dihatin astengkirin. Me li ti cihê Tirkiyeyê kolaneke wiha ku bi temamî bê peyarê ye nedît."

Yaman van îfadeyan anî ziman: "Wekî din, ev der herêma ku avahiyên hikûmetê lê ne ye. Ji ber dibistanê ev der hîn bêtir xetere ye. Her tim qeza dibin. Di van rojan de li vir wesayîtekê li kesekî xist. Nedixwestin bibin nexweşxaneyê, me bi zorê siwarî erebeyê kir û bir. Derbasbûna ji aliyekî re bi rastî gelekî pirsgirêkdar e. Ev der rêya sereke ye. Bi rastî diçû ku bibe rêya dualî (çift yol) lê wekî rêya yekalî tê bikaranîn. Ne peyarê heye, ne tevdîra ewlehiyê heye. Em dixwazin ev bên çêkirin; daxwaza me ev e."

Mensur Harun

Mensur Harun jî wiha got: "Rewşa vê kolanê ji berê ve wiha ye. Em dixwazin rêya me bê çêkirin, her tim dibêjin 'baş e em ê çêbikin' lê nayê çêkirin. Carna traktorek ku dihat, remorka wê jê veqetiya û ji ber ku peyarê tune bû ket nav hewşa me. Toz û dûman jî heye. Ez bi bisiklêtê diçim û vedgerim, em di nav çal û kortan de asê dimînin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.