Pisporê bijîşk hişyarî da: Penceşêr nakuje, berovajî wê îhmalkarî dikuje
Pisporê Cerahiya Giştî Operatör Doktor Mehmet Cemil Kuba bal kişand ser girîngiya teşxîsa zû di Penceşêrê (qansêrê) de û diyar kir ku di kansêrên ku di qonaxa destpêkê de tên girtin de rêjeya saxmanê/jiyana li ser piyan gelekî bilind e.
Di nexweşiya kansêrê de teşxîsa zû, di warê serkeftina dermankirinê û temenê jiyana nexweşan de girîngiyeke mezin dihewîne.
Pisporê Cerahiya Giştî Operatör Doktor Mehmet Cemil Kuba, di daxuyaniya ku ji nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Îlkê (İLKHA) re da de di derbarê tiştê ku qansêr çi ye, cûreyên qansêrê yên ku di civakê de zêde tên dîtin, gerîna qansêrê, girîngiya teşxîsa zû û xizmetên tenduristiyê yên li Êlihê (Batman) de nirxandin kirin.
Doktor Mehmet Cemil Kuba diyar kir ku di dermankirina qansêrê de teşxîsa zû girîngiyeke jiyanî dihewîne û banga li welatiyan kir ku gerînên qansêrê îhmal nekin.
Kuba bal kişand ser gerînên ku di KETEMan de bêmberamber tên kirin û anî ziman ku bi saya xizmetên onkolojiyê yên ku li Êlihê geş bûne, hewcedariya nexweşan a çûyîna derveyî bajêr bi rengekî mezin ji holê rabûye.
"Qansêr, rewşa mezinbûna lezgin û bêkontrol a hucreyan e"
Kuba qansêrê wekî mezinbûna lezgin û bêkontrol a hucreyan pênase kir û wiha got: "Beriya her tiştî nexweşiya ku em jê re dibêjin qansêr, rewşa mezinbûna lezgin û bêkontrol a hucreyan e. Di hemû organ û şanoyên/doku yên laş de dikare çêbibe. Cûreyên qansêrê yên ku li welatê me û li cîhanê herî zêde tên dîtin; qansêra memik, pişik, prostat, kolorektal û nexweşiyên jinan e. Ji bilî van qansêra xwînê, pankreas û hestiyan jî gelek caran dikare bê dîtin. Bêguman di qansêrê de tiştê herî girîng nasîn û teşxîsa zû ye. Ji bo ku em di civaka xwe de derbarê nexweşiya qansêrê ya ku bi lez zêde dibe de hişyariyekê çêbikin, ez dixwazin bi kurteya wan tiştên ku divê bên kirin bibêjim."
"Lêgerînên qansêrê di KETEMan de tên kirin"
Kuba diyar kir ku li Tirkiyeyê lêgerînên qansêrê tên kirin û van îfadeyan bi kar anî: "Li welatê me lêgerînên qansêrê di bünyeya Wezareta Tenduristiyê de bi taybetî di KETEMan de (Navendên Teşxîsa Zû, Lêgerîn û Perwerdehiya Qansêrê) tên kirin. Ev Lêgerîn; di jinên ser 40 salî de bi mamografiyê, di mêrên ser 50 salî de bi testa xwîna veşartî ya di gêtê de, di mêrên ser 60 salî de bi testa antîjena taybet a prostatê (PSA), di jinan de jî bi testên smear û HPVyê tên kirin."
"Eger em di qonaxa destpêkê de bigirin rêjeya saxmanê nêzî %100 dibe"
Kuba bal kişand ser girîngiya tespîtkirina qansêrê ya di qonaxa destpêkê de di warê dermankirinê de û wiha berdewam kir:
"Çima teşxîsa zû xwedî girîngiyeke ewqas mezin e? Ji ber ku eger em hemû cûreyên qansêrê di qonaxa destpêkê de bigirin rêjeya saxmanê/jiyanê nêzî sedî 100 dibe. Tumora ku di qonaxa destpêkê de hat girtin bi rêya cerahiyê tê derxistin û heya ku pêwîst nebe kemoterapiya an jî radyoterapiya nayê dan. Lê belê gava qonaxa qansêrê pêşde diçe destwerdana cerahî jî mezin dibe. Ji ber ku kemoterapiya, radyoterapiya û immunoterapiyên ku bên dan dê gelek bin, li ser nexweş hem barekî mezin ê dermankirinê hem jî barekî madî û manewî çê dibe."
"Em gelek girîngî didinê ku mirovên me teşxîs û dermankirinên xwe paşve nehelin"
Kuba tekez kir ku divê welatî Lêgerînên qansêrê ji ber qelebalixiya kar an jî jiyana civakî paşve nehelin û wiha axivî: "Bi taybetî girîng e ku mêrên ser 50 salî teqez testên xwîna veşartî ya di gêtê de û antîjena taybet a prostatê, her jina ku di ser 40 salî re derbas bûye jî kişandina mamografiyê, testên smear û HPVyê yên vajînal bide kirin. Ev tarama niha ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve di KETEMan de bêmberamber tên kirin."
"Ji bo qansêra pişikê polîklînîkên berdana cixarê hene"
Kuba bal kişand ser xebatên ji bo qansêra pişikê jî û ev îfade bi kar anîn: "Bi taybetî ji bo qansêra pişikê polîklînîkên berdana cixarê hene. Hem sosyolog, hem psikolog hem jî fizyoterapîst di vê mijarê de di navendên tenduristiya civakê û KETEMan de peywirdar in û ji bo tenduristiya gel dixebitin."
"Li Êlihê nexweşên me êdî dikarin bêtir baş bêne dermankirin"
Kuba diyar kir ku ligel teşxîsa zû, gehiştina xizmetên tenduristiyê û dermankirinê jî ewqas girîng e û wiha got:
"Bêguman teşxîsa zû çiqas girîng be, gihîştina xizmetên tenduristiyê û dermankirinê jî ewqas girîng e. Bi taybetî bi zêdebûna unîteyên qansêrê û mezinbûna yekîneyên onkolojiyê yên li Êlihê re, nexweşên me êdî dikarin bêtir baş bêne dermankirin. Hewcedariya çûyîna derveyî bajêr nemaye. Bi vekirina hem PET-CTyê hem jî unîteyên kemoterapiya û radyoterapiyê re, bi saya xizmetên tenduristiyê yên ku di asta herêmî ya Êlihê de tên pêşkêşkirin, em hemû û bi taybetî nexweşên me gelekî rehet bûn. Hewcedariya me ya şandina nexweşan ji bo Diyarbekir, Entab an jî Ankarayê ji holê rabû."
"Ez gel vedixwînim ku di derbarê tenduristiya xwe de hişyar bin"
Kuba di dawiya daxuyaniya xwe de banga neîhmalkirina kontrolên tenduristiyê li welatiyan kir û wiha bi dawî anî: "Bi vê wesîleyê ez hemû gelê me vedixwînim ku di derbarê tenduristiya xwe de hestyar û hişyar bin. Ji bîr nekin: Qansêr nakuje, berovajî wê îhmalkarî dikuje.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.