Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir di meseleya leşkerîyê de çareserîya herî maqûl dawîlêanîna leşkerîya mecbûrî ye.
“Divê dawî li leşkerîya bi berdêl bê anîn û sepana leşkerîya profesyonel bê destpêkirin”
Yavuz di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir wezîfeya hikûmetê tedarikkirina teleba 5 milyon însanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meseleya leşkerîyê de çareserîya herî maqûl dawîlêanîna leşkerîya mecbûrî ye. Divê dawî li leşkerîya bi berdêl bê anîn û sepana leşkerîya profesyonel bê destpêkirin.Encax bo problem ji rastê bê rakirin.”
Yavuzê ku di meseleya leşkerîya bi berdêl de 3 pêşnîyazan kir destnîşan kir divê di verastkirina dawî ya ku herî dawî derbarê leşkerîya bi berdêl de hat kirin de ev hêsanî bên kirin:
1-Rakirina sînora emir
2-Rakirina pevajoya(28) perwerdehîyê
3-Ji wan kesên ku nikaribin di carekê de heqê leşkerîya bi berdêl bidin û vê yekê îspat bikin re kredîya bê faîz dayîn û di warê dayîna deynê kredîya bêfaîz de hêsanî kirin.
ÎLKHA