Ji HUDA PARê ji bo mirovên ku di lehîya li Hewlêrê de rehmet kirin peyama sersaxîyê

HUDA PARê ji bo mirovên ku li Hewlêrê ji ber lehîyê canê xwe ji dest dan li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî ya Xê peyameke sersaxîyê parve kir.

Ev bû çend roj in li Hewlêrê baran tesîrdar e û doh li peytexta Herêma Kurdistanê lehîyek rabû û bû sedema candayînan.

Barana zêde li Hewlêrê bû sedema mirinê û gelek cîh jî zerarê dîtin.

Di encama lehîya ku pêk hat de du kesên ku yek ji wan zarokek 5 salî bû canê xwe ji dest dan.

Temsîlkarê Hewlêrê yê HUDA PARê jî li ser bûyerê daxuyanîyek parve kir. Di daxuyanîyê de ji bo malbatên mirovên ku canê xwe ji dest dane sersaxîyê xerst.

HUDA PARê di daxuyanîya xwe de îfade kir ku “Em wek HUDA PAR, Jan û xema Hewlêr jana xwe dibînin. Maddî, me'newî her tişkî ku bikeve ser milê me em jê re amade ne.”

Daxuyanîya HUDA PARê weha ye:

“Li Hewlêr ji ber barana bi şiddet û zêde lehî rabûn. Li gelek cadde, kuçe û mihelleyan gelek dukan û mal û 'erebe dibin avê de Man, du kesan jî wefat kirin.

Em wek HUDA PAR, Jan û xema Hewlêr jana xwe dibînin. Maddî, me'newî her tişkî ku bikeve ser milê me em jê re amade ne.

Ji bo kesên wefatkirî em ji Rebbê 'Alemê rehmê dixwazin, ji bo malbata wan jî sebr û metanetê dixwazin.

Bi giştî ji bo xelk û hukûmeta herêmê jî selametî, sersaxî û li hember felaketan serkeftinê dixwazin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Merkezê Bedlîse rê varanê serê sifteyinê vat o
Li Şirnexê barîna berfê dest pê kir
Li navenda Wanê berfa ewil a demsalê barîya
Li Wan û Trabzonê perwerdehî ji ber berfê rawestîya
Bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê were dayîn