Mesûd Barzanî bang li YNKê kir: Bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê were dayîn

Mesûd Barzanî bang li YNKê kir: Bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê were dayîn

Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser daxuyanîya YNKê ku gotibû ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vedikişe bang kir ku bila bi PDKê re bicive.

Mesûd Barzanî piştî daxuyanîya Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ku ji ber hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê gotibû ew ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vedikişin daxuyanîyek civîna bi PDKê re kir.

Daxuyanîya Talebanî weha hatibû nirxandin ku ew ê li Herêma Kurdistanê hikûmetek dinê were damezrandin û alîyê ku YNK li wê derê ye parlementoyek nû were damezrandin û wê îdareya sîyasî ya Herêma Kurdistanê bibe dû parçe.

Li ser vê yekê Mesûd Barzanî daxuyanî da ku bila ji bo menfîeta gelê Kurd ev cudahî çênebe û bi PDKê re were cem hev.

Peyama Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî weha ye:

“Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Li ser pêşhat û rewşa sîyasî, divê hemî alî wê yekê li ber çavan werbigirin ku berjewendiya gelê Kurdistanê ji hemî berjewendî û armancên din mezintir e.

Li ser wê bingehê jî, ez daxwazê ji birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikim ku ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêkve rûnin, arêşeyan çareser bikin û qeyrana sîyasî ya Herêma Kurdistanê bi dawî bînin.

Herwisa ez zêde hez dikim ku aliyên din jî yên sîyasî yên Herêma Kurdistanê tevlî pêngavên proseya siyasî bibin, pêkve hikûmeteke berfireh û niştimanî pêk bînin û bersiva daxwaz û xwestekên xelkê Kurdistanê bidin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.