Li navenda Wanê berfa ewil a demsalê barîya
Li Wanê piştî herêmên bilind niha jî li navenda bajêr berf barîya. Berfa ku di saetên êvarê de dest pê kir nêzê nîvê şevê tesîra xwe zêde kir û navenda bajarê spî kir.
Midûrtîya Herêma 14emîn a Meteorolojîyê berîya barîna berfê hişyarî dabû û piştî hişyarîya Meteorolojîyê berfa ewil a demsalê li navenda bajêr barîya.
Bi barîna berfê parq û ceddeyên navenda bajêr spî bûn.
Walîtîya Wanê, AFAD û Meteorolojîyê hem şofêran hem jî welatîyan ji bona ku baldarbin hişyar kir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.