Ji HUDA PARê nirxandina rojeva derve

Di daxuyanîya ku ji teref HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê îdamên ku li Misirê ji teref darbekeran ve tên kirin û derbarê nêzbûna Pakistan û Siûd de nirxandinên balkêşhatin kirin.

Ji teref HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hatin kişandin li ser îdamên ku li Misirê ji teref darbekeran ve tên kirin û bang li  Mislimanan hat kirin da ku bi dengekî jidayî ji îdaman re bertek nîşan bidin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin  li ser armanc û hedefên Amerîka yên li Pakistanê û hat diyarkirin divê ew pêwendîyên Siûd ên bi Pakistanê re ji polîtîkayên Amerîka cuda neyên fikirîn ku Amerîka bi gavên ku davêje dixwaze li Pakistanê tevlîhevîyê derxîne.

“Bi hezaran endamên Îxwanê hatin girtin û îşkenceyên giran li wan hatin kirin û ji gelekan re jî bi şiklekî bêhiqûqî cezaya îdamê hat dayîn”

Di berdewama nirxandina ku hat kirin de qala wan 9 xortên endamên Îxwanê yên ku ji teref Sîsîyê darbeker ve hatin şehîdkirin hat kirin û wiha hat gotin: “ Di sala 2013an de darbeyeke leşkerî li birêveberîya sîwîl ê meşrû yê ku li Misirê hatibû hilbijartin hat kirin û piştî vê darbê li hember endam û birêvebirên Cemaata Îxwanul Muslîmun hat destpêkirin. Di encama van operasyonan  de bi hezaran endamên Îxwanê hatin girtin û îşkenceyên giran li wan hatin kirin û ji gelekan re jî bi şiklekî bêhiqûqî cezaya îdamê hat dayîn. Herî dawî 9 xortên ciwan ên ku endamên Îxwanê bûn bi hinceta sûîqesta ku li serdozgerê hatibû kirin li ber çava raya giştî ji teref celladên darbekeran ve hatin şehîdkirin.”

“Divê bê zanîn ku Sîsî di rastîyê de pêlîstokek e û di pey van tiştên ku li Misirê tên kirin de Amerîka û siyonîstên îşxalker heye”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew qetlîamên li Misirê tên kirin ji teref çeteyê îşxalê û Amerîka ve tên kirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Li Misirê ji 8ê Hezîrana sala 2014an vir ve 42 kes ji teref celladên darbekerê Sîsî ve hatin îdamkirin. Divê bê zanîn ku Sîsî di rastîyê de pêlîstokek e û di pey van tiştên ku li Misirê tên kirin de Amerîka û siyonîstên îşxalker heye. Dîsa divê em vê yekê bizanibin ku ev operasyona ku li Misirê li Îxwanê tê kirin di heqîqetê de li temamê hareketên Îslamî hatiye kirin. Lewra Îxwan îro ji bo ummeta Îslamê ji wan hereketên berxwedanê yên herî muhîm e.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ew bêdengî û bêbertekbûna li dijî îhlalên mafên însanan ên li Misirê sedema şermkirinê ye û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Em bang li temamê Mislimanan dikin da ku li dijî wan qetlîamên ku li Misirê tên kirin bêdeng nemînin û jê re bertek nîşan bidin. Em bi vê wesîlê şehadeta wan 9 xortên ku bi şiklekî nehaq hatin şehîdkirin tebrîk dikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê