Ji Karwanê Hêvîyê ya Çinarê alîkariya kirtasiyeyê

Şaxa Karwanê Hêviyê ya Çinarê, li navçeya me Çinarê ji malbatên sêwî û hewcedar re alîkariya kirtasiyeyê kir.

Şaxa Karwanê Hêviyê ya Çinarê, li navçeya me Çinarê ji malbatên sêwî û hewcedar re alîkariya kirtasiyeyê kir.

Temsilkarê Karwanê Hêviyê Adem Yaşar di daxuyaniya ku da de van îfadeyan bi kar anî: "Bi piştgiriya xêrxwaz û bexşînerên me re, em bûn şirîkê kelecana dibistanê ya malbatên me yên sêwî û hewcedar ên li navçeya me. Beriya sala nû ya perwerde û hîndekariyê, ji bo ku em şahiya dibistanê ya zarokên xwe mezin bikin û pêşiya kêmasiyên wan bigirin, me alîkariya kirtasiyeyê kir. Ew kenê begunah ê li ser rûyê zarokên me û ew ronahiya umîdê ya di çavên wan de, ji bo me xelata herî mezin e. Wekî Karwanê Hêviyê; em berdewam dikin ku di navbera xêrxwazên xwe û malbatên hewcedar de bibin pir, û bi gotina 'Tebesuma zarokekî diyariya herî xweş a cîhanê ye' bêyî ku em biwestin bixebitin. Xwedê ji hemû xêrxwazên me yên ku bûn wesîleya vê xêra biwate û piştgiriya xwe kêm nekirin razî bibe. Baş e ku hûn hene. Di rêya perwerdehiyê de em her dem li cem zarokên xwe ne."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de 96 hafize riza icazet merasimi vênino
Li Çinarê li siteyekê birûsk ket
Barana zêde li Dîyarbekirê jiyanê felç kir
Li Sûrîyeyê lehî: 4 jê zaork 5 mirî
Heyeta Somalî serdana HAKSÎADê kir