Li Sûrîyeyê lehî: 4 jê zaork 5 mirî

Li Sûrîyeyê lehî: 4 jê zaork 5 mirî

Baran û lehîyên dijwar ên ku tesîrî bajarên cuda yên Sûrîyeyê kirin, bûn sedema mirina mirovan. Wezareta Rewşên Awarte û Bersivdayîna Karesatan a Sûrîyeyê ragihand ku herî kêm 5 kes ku di nav de 4 zarok bûn, di lehîyê de mirine û 5 kesên din jî winda ne.

Li gorî daxuyaniyekê ku Wezareta Rewşa Awarte û Karesatan a Sûrîyeyê li ser platforma medyaya civakî weşandiye, çar ji kesên ku di lehiyê de canê xwe ji dest dane zarok bûn.

Li gorî raporê, qurbanî li deverên gundewarî yên bajarên Reqa û Dêra Zorê çêbûne.

Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 5 kesên ku li bajarên Reqa, Dêra Zor û Helebê winda bûne berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 25 kesên ku li Reqa, Dêra Zor û Humsê di nav lehiyê de asê mabûn, sax hatine rizgarkirin.

Wezareta Rewşên Awarte ya Sûrîyeyê ji destpêka hefteyê ve li ser îhtîmala barana zêde li Heleb, Dêra Zorê û deverên rojavayê welat hişyarî dabû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.