Ji me re dibêjin pêwendîyên xwe bi îsraîl re asayî bikin dê aborîya we baş bibe

Omer el-Beşîrê Serokê Dewleta Sûdanê destnîşan kir “Ji me re dibêjin pêwendîyên xwe bi îsraîl re asayî bikin dê aborîya we baş bibe, em jî dibêjin rezzaq Xweda ye; rizq ne destê tu kesekî din de ye.”

Omer el-Beşîrê Serokê Dewleta Sûdanê di bergeha bernameyên salvegera 63yemîn a xweserbûna Sûdanê de axivî. Beşîr di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir xelk heq dike jiyaneke bi rûmet bijî ku ew ji bo vê yekê xebat dane destpêkirin.

“Ji me re dibêjin pêwendîyên xwe bi îsraîl re asayî bikin dê aborîya we baş bibe, em jî dibêjin rezzaq Xweda ye; rizq ne destê tu kesekî din de ye”

Beşîr di berdewama axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir welatê wî ev 21 sal e ku di bin dorpêça îqtîsadî de ye û her çi qas li welatê wî bûyereke terorê bi xwe jî pêk neyê Sûdan di lîsteya welatên ku destekê didin terorê de hatiye xistin rêza yekemîn. Beşîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hebûna problema îqtîdadî ya li welêt qebûl dikin. Ez bang li wan kesên ku dibêjin ew ê keştî bin av bibe û dê hikûmet bikeve dikim. Em wan kesên ku bendewar in keştî bin av bibe û hikûmet bikeve naxwazin; em wan kesên ku digel me pêkve li ser pîyên xwe bisekinin û dest bidin me dixwazin. Ji me re dibêjin pêwendîyên xwe bi îsraîl re asayî bikin dê aborîya we baş bibe, em jî dibêjin rezzaq Xweda ye; rizq ne destê tu kesê din de ye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû
Li kitêbxaneyên Amedê erzaniya Remezanê