Darizandina Yusuf Taşê ku li Entabê xanima xwe ya bi navê Tuba Taş a ku jê cihê bûbû û 8 naskirîyên wê ku 3 ji wan zarok bû, kuşt û 2 zarokan jî birîndar kir dest pê kir. Di encama darizandina ku li Mehkemeya Cezaya Giran a 3yemîn hat kirin de ji qatil Yusuf Taş re 4 caran cezaya muebbet a girankirî, 5 caran cezaya muebbet û 37 sal û 2 meh ceza hat dayîn.
Di 4ê Sibata sala 2014an de li Entabê Yusuf Taşê ku di derengîyên şevê de ji bo bi xanima xwe ya ku dixwast jê cihê bibe û ew dabû mehkemê re xeber bide û pê re lihev were çû mala xaltîya xanima xwe ya li Taxa Duztepeyê. Di nîqaşa ku di dema hevdîtina di malê de derket de Yusuf Taş bi tifinga bi xwe re xanima xwe Tuba, Şenel Çakmaka xaltîya xanima xwe û Ahmet Çakmakê lawê xaltîya xanima xwe û Turan Taşê kurapê xwe kuşt û 2 kesan jî birîndar kir.
Piştî vê bûyerê bi rojekê Yusuf Taş hat Taxa Samê û apê xwe MustafaTaş, jinapê xwe Gulay Taşû zarokên apê xwe yên bi navê Tirkan, Gl û Furkan bi demençê kuşt.
Yusuf Taşê ku piştî van kuştinan bazda piştî bûyerê 55 rojan li termînalê hatibû girtin û dest bi darizandina wî hatibû kirin.
Di encama darizandinê de , ji Yusuf Taş re 4 caran cezaya muebbet a girankirî, 5 caran cezaya muebbet û 37 sal û 2 meh ceza hat dayîn. Û ji kesên bi navê M.E. û Ş.T. ên ku tên îddîakirin alîkarîya wî kirine jî her yekî ji wan re 6 meh ceza hat dayîn û du kesên bi navê A.T. û H.T. jî beraat kirin.
ÎLKHA