Ji Sadr bo Îran û Amerîka hişyarî

Lîderê Hareketa Sadr, Muqteda es Sadr bang li Îran û Amerîka kir da ku mudaxeleyî karên hundir ê Iraqê nekin.

Di hilbijartinên ku di 12ê Gûlanê li Iraqê hat kirin de Koalîsyona Saîruna ku Mukteda es Sadr e bi ser ketibû.

Piştî hilbijartinan hinek siyasetmedar gotin ku bêyî tesdîqa Amerîka û Îranê dê li Iraqê hikûmet nikaribe bê avakirin. Ji ber van gotinan ji teref Sadr ve daxuyanîyek hat dayîn.

Sadr di daxuyanîya ku da de Îranê wek “cîran” û Amerîka jî wek “îşxalker” wesfand  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îran welatekî cîran e û li pey menfeatên xwe ye. Em çawa naxwazin Iraq midaxeleyî karên navxweyî yê Îranê bike bi heman awayî em naxwazin Îran jî midaxeleyî Iraqê bike. Encax Amerîka welatekî îşxalker e û em qetîyen destûrê nedin ku midaxeleyî karên hundir ê Iraqê bike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir