Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama Leyletul Qedrê

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di peyama ku weşand de destnîşan kir bila ev şeva mibarek û pîroz a ku dê ji teref alema Îslamê ve bê tertîpkirin bibe wesîleya rizgarîyê.

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve ji ber minasebeta Leyletul Qedrê peyamek hat weşandin. Saglam di peyama ku weşand de qendîla temamê Mislimanên li cîhanê pîroz kir.

Saglam di peyama ku weşand de bang li temamê Mislimanan kir da ku li dijî dijminên hevpar bibin yek û di nav xwe de tifaqê saz bikin û bibin yekwûcid.

“Ez hêvî dikim ku Leyletul Qedr bibe wesîleya aramîyê ji bo erdnigarîya ummetê”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de di bîran xist ku Leyletul Qedr ji hezar mehî bi xêrtir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek ummeta Îslamê di nav êş û elemên mezin de ne, ji nav musîbet û belayan derbas dibin ku em di vî halî de  Leyletul Qedrê pîroz û îdrak bikin. Ez hêvî dikim ku Leyletul Qedr bibe wesîleya aramîyê ji bo erdnigarîya ummetê û ez dîsa hêvî dikim ku îşev bibe wesîleya xêr û rehmetê.”

“Werin em îxtîlafên xwe deynin alîyekî û li ser xalên xwe yên hevpar tifaqê bikin”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de bang li Mislimanan kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez Leyletul Qedra alema Îslamê pîroz dikim. Ez ji ber vê minasbetê bang li temamê Mislimanên cîhanê dikim; werin em îxtîlafên xwe deynin alîyekî û li ser xalên xwe yên hevpar tifaqê bikin, li dijî wan dijminên xwe yên ku axên me îşxal dikin bibin yek.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çewlîgê qezaya fecî: 2 mirî, 3 birîndar
Sêrt de şiliya veure ra 6 wesayîti qezayê zincirleme de pê ro dıy
3 gumanbar hatin girtin
Li Farqînê piştî barana giran rê û peyarê hedimîn
Ji bo herêmên bakur hişyariya berf û tofanê