Ji temamê xwîna ku li Yemenê diherike Amerîka mesûl e

Wezîrê Tenduristîyê yê Yemenêdestnîşan kir di wan cinayetên ku bi destê koalîsyona Siûd li Yemenê tên kirin de tilîya Amerîka heye û dû re wiha li got: “ Ger Amerîka tuneba, tu welat nikaribû van cinayetênwehşî bikirana.”

Taha el-Mutewekkîlê Wezîrê Tenduristîyê yê Yemenê derbarê êrîşa ku li el-Hudeydeyê ji teref koalîsyona Siûd ve hat kirin û derbarê qetilkirin siwîlan de daxuyanîyeke çapemenîyê da. El-Mutewekkîl destnîşan kir temamê cinayetên  ku li Yemenê tên kirin bi destûra Amerîka tên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev cinayet bi şikleke teqez cinayet û êrîşên Amerîka tên hesibandin. Ji ber vê yekê em Amerîka, mesûl û berpirsiyarê temamê her peşka xwîna ku li el-Hudeydeyê herikî dihesibînin. Di wan cinayetên ku bi destê koalîsyona Siûd li Yemenê tên kirin de tilîya Amerîka heye û dû re wiha li got: “ Ger Amerîka tuneba, tu welat nikaribû van cinayetên  wehşî bikirana. Ji ber vê yekê em teleb diki n ku cinayetên ku hatine kirin bi şikleke hûrgilî bên lêkolînkirin. Lewra di van cinayetan de nêzî 200 kesan an hatin kuştin an jî birîndar bûn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e