Ji Weqfa Sêwiyan ji bo sedan xwendekarên sêwî piştevaniya kirtasiyeyê

Weqfa Sêwiyan, bi destpêkirina sala perwerde û hînkirinê ya 2026-2027an re di çarçoveya 'Projeya Sêwiyekî Tu Jî Bide Xwendin' de ji bo sedan xwendekarên sêwî yên muhtac re alîkariya kirtasiyeyê kir.

Weqfa Sêwiyan a ku faaliyetên xwe yên alîkariyê yên ji bo sêwî, bêkêsk û bêxwediyan dom dike, di sala nû ya perwerde û hînkirinê de jî zarokên sêwî yên muhtaj bi tenê nehişt. Di xebata ku di çarçoveya "Projeya Sêwiyekî Tu Jî Bide Xwandin" de hate meşandin de, ji sedan xwendekarên sêwî yên hewcedar re pakêtên perwerdehiyê yên ku ji çanta, defter, pênûs û cûre cûre keresteyên kirtasiyeyê pêk tên hatin belavkirin.

Kordînatörê Giştî yê Weqfa Sêwiyan Cemil Cahit Ünsal ê ku derbarê xebata alîkariya kirtasiyeyê de daxuyanî da, diyar kir ku ew ê di sala nû ya perwerde û hînkirinê de jî li kêleka zarokên sêwî cih girtinê dom bikin.

"Em ê piştgiriya jiyana perwerdehiyê ya birayên xwe yên sêwî dom bikin"

Ünsal diyar kir ku ew bi xebata alîkariyê ya ku beriya sala nû ya perwerde û hînkirinê hate pêkanîn re armanc dikin ku tevkariyê li dabînkirina hewcedariyên perwerdehiyê yên xwendekaran bikin û wiha got: "Wekî Weqfa Sêwiyan em ê di Sala Perwerde û Hînkirinê ya 2026-2027an de jî piştgiriya jiyana perwerdehiyê ya birayên xwe yên sêwî dom bikin. Di dönema nû ya perwerde û hînkirinê de, em ê birayên xwe yên sêwî di navenda xwe de bînin cem hev û keresteyên kirtasiyeyê yên ku ji wan re hewce ne bînin cih. Bi pakêtên xwe yên kirtasiyeyê ku ji defter, pênûs, çanta û hewcedariyên din ên perwerdehiyê pêk tên re, em ê bibin şehrikê heyecana dibistanê ya zarokên xwe."

"Kêfxweşiya li ser rûyê wan ji bo me girîngiyeke mezin hildigire"

Ünsal anî ziman ku ew ji bo ku her zarok di şert û mercên çêtir de jiyana xwe ya perwerdehiyê dom bike xebatan dimeşînin û teqez kir ku divê zarokên sêwî yên hewcedar di rêwîtiya xwe ya perwerdehiyê de bi tenê neyên hiştin.

Ünsal ev îfade bi kar anîn: "Ji bo ku her zarok di şert û mercên çêtir de jiyana xwe ya perwerdehiyê dom bike em xebatên xwe dom dikin, em hewl didin ku li kêleka birayên xwe yên sêwî yên hewcedar cih bigirin. Bûyîna wesîleya kêfxweşiya li ser rûyê wan û peydakirina piştgiriya ku di rêwîtiya perwerdehiyê de ji wan re hewce ye ji bo me girîngiyeke mezin hildigire."

Ünsal diyar kir ku xebat bi piştgiriya xêrxwazan dikarin bigihîjin zarokên sêwî yên zêdetir û banga piştgiriya ji bo alîkariyên perwerdehiyê kir.

Ünsal wiha got: "Bi piştgiriya we xêrxwazên me yên hêja em dikarin bigihîjin birayên xwe yên sêwî yên zêdetir û dikarin tevkariyê li dabînkirina hewcedariyên wan ên kirtasiye û perwerdehiyê bikin. Xudê ji hemû xêrxwazên me yên ku bi piştgiriya xwe rûyê birayên me yên sêwî dikendînin û tevkariyê li perwerdehiya wan dikin razî bibe."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de qezaya trafikî: 3 birindar
Hişyarî li ber êşên ku ji nîşka ve dest pê dikin
2 ji wan giran 3 kes birîndar bûn
Tevgera Dawet û Ciwanîyê çalakiyeke bi coş li parqê li dar xist
11emîn Hevdîtina Alimanan ew ê li Dîyarbekirê were lidarxistin