Ji Yapiciogluyê Namzedê Xweser peyama îdê

Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê di peyama ku ji ber minasebeta îdê weşand de destnîşan kir bila ev îd bibe wesîleya wehdet, aştî, selametî, hizûr û sikûnetê.

Ji ber minasebeta Îda Remezanê ji teref Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê ve peyamek hat weşandin. Yapicioglu di peyama ku weşand de destnîşan kir “ Ji Wî Xwedayê ku piştî  Remezana mibarek a ku tê de maxfîret û rehmet wek baranê tê xwarê, me gihand îdê re bêebed hemd û sena be.”

Yapicioglu di berdewama peyama xwe de îda temamê alema Îslamê pîroz kir û diyar kir “ Ez di serî de îda hemşehrîyên xwe yên Diyarbekira ku bajêra sehaba û pêxemberan e û bi giştî yê temamê alema Îslamê pîrzo dikim û ez daxwaz dikim ev îd bibe wesîleya sihhet û bextewarîyê.”

ÎLKHA


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe
Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Şehîd Abdusselam Îrdem li ser gora xwe hat bîranîn