Ji zimanê zarokan meha Remezanê

Zarokên xebatkar ên ku hewil didin meha Remezanêbi rojîyê derbas bikin destnîşan kirin ew bi vî awayî him hewl didin nefsên xwe terbîye bikin û him jî riza Xweda qezenc bikin.

Zarokên ku li Diyarbekirê digel hewaya germ hewl didin ji alîyekî ve bixebitin û ji alîyê din ve jî hewl didin rojî bigirin destnîşan kirin ew ji ber ku di vî emrê xwe yê biçûk de ji ber ku dikarin rojî bigirin  kêfxweş in.

 Zarok diyar kirin ew digel ku bi rojî bin jî him Qur’ana Kerîm û him kitêban dixwînin û him jî  ji xwe re dileyzin. Zarok her wisa gotin ku divê Misliman rojîyên xwe bigirin û îbadetên xwe bi cî bînin.

Zarokên Diyarbekirî wiha axivîn:

Saîd Hasan Canozu(12): Heta niha min 13 rojan rojî girt. Lewra Xweda rojî li ser me girtina rojî ferz kiriye û yek ji wan şertên Îslamê ye.

Resûl  Aktaş(13):Ez bo riza Xweda rojî digirim, divê temamê Mislimanan vê îbadeta ku şadî û bextewarî dide însan bi cî bînin.

Omer Guneş(13): Ez dixwazim ku hemû kes rojî bigirin, ew ê sibe ji wan kesên ku rojîyê nagirin hisab bê pirsîn.

Yusuf Ayaz(13): Dema ku ez rojîyê digirim diçim camîyê û tevlî  muqabelê dibim.

Muhammed Baran(12):Meha Remezanê meha îbadetê ye. Ji ber vê yekê ez wextê xwe bi xwendina Qur’anê û kirina îbadetê derbas dikim.

Musab Yagmur(10): Ez bo axretê rojîyê digirim.

Mustafa Kaymaz(13): Em bo nefsa xwe terbiye bikin rojîyê digirin.

Yusuf Han(9): Em rojîyê ji ber ku Xweda emir kiriye û bo em xêran bikin digirin.

ÎLKHA






























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû